Husên Huznî heta mir jî ji ber van xebatên xwe nebû xwedî nasnameya welatekî lê heta dawîya jîyana xwe jî bê rawestan ji bo dozeke mezin xebitî û li dû xwe mîrateke mezin û giranbuha hişt. Baş e, di meydana ronakbîrîya me ya îro da çend Husên Huznî hene ku xema îro û siberoja ziman û çanda xwe dixwin û dê bi xebatên xwe yên îro mîrateke hêja ji nifşên dahatî ra bihêlin?
***
Eger hîn jî peyva me bi tehm, strana me bi têhn, fantazmaya me germ û gur e, divê em bizanin ku ev bi saya ked û xebata hin xemxurên nav me ye. Herçend pişta me ji sîyaseta seyîsan, hîkmeta hikumetan û polîtîkaya dewletan kul be jî serê me ji ber keda van kesên kêmpeyda bilind e. Eger em hîn jî di qada çandî û edebî da îdîaya xwe ya miletbûnê didomînin ev bi xêra hiş, hest, dilweşatî, pêşbînî û xebata van kesan e.
Ji bo ku tîrêja xebata wan hêvî bide nifşên me yên îro ez dixwazim di du nivîsarên xwe da mînaka du birayan bidim ku dibin derwêş û sewdaserê çanda kurdî. Husên Huznî û Gîw Mukrîyanî di serdema avakirin û vejîna neteweyan da serî li ber kuştina çandî û jibîrkirina mîrata bav û kalan radikin û dema meydana kemalê xalî dibînin dest diavêjin qelema xîretê û ji bo avakirina çand û edebîyata kurdî ya nûjen dest bi xebatê dikin.
Di 1890ê da dema Husên Huznî li Mehabadê ji dayik bû ev bajar jî mîna bajarên din ên kurdan ji bayê felekê bê agah bû. Ji ber çi ye em nizanin lê herwekî qeder wî ji bo xizmeta çanda kurdî amade bike berê wî dide sefereke dûrûdirêj ku dê tu car êdî venegere cihê xwe yê berê. Ji ber vê di çardeh salîya xwe da ji Mehabadê derdikeve û di nav sê salan da ji Meraxe, Tebrîz û Rewanê digihîje Rûsyayê. Du salan li Moskova û Petersburgê dimîne û ji wir jî piştî sefera Efxanistan û Hindistanê di Serdema Meşrûtîyeta Duyem da digihîje Stenbolê. Bi îlhama xebatên wê serdemê cara pêşî li vir dest bi nivîsînê bike jî daxwaza wî ya dîtin û hînbûnê tebatî nadîyê û ji wir jî bi rêya Sûrîye, Lubnan, Filîstîn, Hîcaz û Misirê xwe digihîjîne Fransa û Almanyayê. Piştî geşteke deh salî ya welatên xerîbîyê di şûna îcazetnameyê da di 1914ê da ji Almanyayê çapxaneyeke bi markaya Diamondê û kamerayekê dikire û berê xwe dide nav qewmê xwe ku bi vê rêyê zanîn û hişyarîya serdemî di nav wan da belav bike.
Bi vê armancê di 1915ê da çapxaneya xwe li bajarê Helebê dadimezirîne û dest bi çapkirina pirtûkan dike. Di ber vî karî ra bi mebesta tomarkirina keresteyên çand û dîroka kurdî vê carê li gund û bajarên welatî digere. Husên Huznîyê ku ji xwendingeha jîyana modern îcazetnameya xwe ya ronakbîrîyê werdigire di van salan da ji bilî weşangerîyê bi pirtûka xwe ya Xunçey Beharistanê bingeheke giring ji bo dîroknûsîya kurdî datîne. Bi vê xebatê li ser rêça Hacî Qadirê Koyî û rojnameya Kurdistanê pîrozîya biratîya dînî li ser biratîya neteweyî û nîştimanî wer dike û “hubbul weten mînel îman”ê dike hevîrtirşê vê damezirandina nû [1]. Lê ev karên netewesaz berî gelê wî bala desthilatdarên fransî dikêşe û ji 1919ê heta 1924ê çend caran tê girtin û herî dawî bi mercekê wî berdidin ku li Sûrîyeyê nemîne û berê xwe bide Îraqê ku bi gotina wan Îngilîzan li Bakurê wî welatî ji kurdan ra nîvdewletekê çê dikir û divê wî jî kurdîtîya xwe li wir bikira.
Li ser vê Husên Huznî ji neçarî di 1925ê da berê xwe dide Bexdadê û piştî ku şeş mehan li vî bajarî dimîne, li ser vexwendina Seyîd Tehayê Şemzînî diçe li Rewandizê bi cih dibe û vî bajarî dike baregeha xwe ya duyem a weşangerî û dîroknûsîyê. Lewra ji 1915ê bi şûn da çapxane û berhevkirina keresteyên dîroka kurdî dibe parçeyeke laş û jîyana wî û biçe ku derê çapxaneya xwe jî bi xwe ra dibe. Ji ber vê bi armanca hişyarkirin û ronakbîrkirina gelî di 1926ê da dest bi weşandina kovara Zarî Kirmancîyê dike û heta 1932yê 24 hejmarên vê kovarê derdixe û di ber ra jî gelek pirtûkan çap dike.
Husên Huznî bi nivîsarên xwe yên Zarî Kirmancîyê dibe berdevk û piştevanekî dilsoz ê mafên çandî yên kurdan. Ji ber vê dema kurdên Kerkûk, Duhok, Akre, Amedîye û Zaxoyê ji xwendina kurdî bêpar tên hiştin gelek rexneyên tûj li hikumeta Îraqê digire û di “sedsala qewmîyetê” da astengkirina xwendina zimanê zikmakî wek kuştineke çandî bi nav dike [2]. Bêguman ev helwesta wî desthilatdarên îraqî aciz dike. Ji ber vê, di 1931ê da dema serokwezîr û wezîrê navxweyî yê Îraqê pêşnîyaza beşdarîya partîyeke erebî lê dikin û Huznî vê qebûl nake vê yekê dikin behane û cih lê teng dikin. Ji ber vê di 1932yê da weşandina Zarî Kirmancî û çapkirina pirtûkan lê qedexe dikin û bi aşkerayî jê ra dibêjin ku bi rêya weşanên çapxaneya xwe “kurdan pîj dide û hewl dide ciwanên kurd bike wek xwe”. Lê tenê bi vê tedbîrê qayîl nabin û fermana derkirina wî ya ji Îraqê jî derdixin.
Ev biryar bi arîkarîya Major Edmondsê şêwirmendê wezareta derve ya Îraqê bê ragirtin jî qedexeya li ser çapxaneya wî nayê rakirin. Lê Husên Huznî bê çapxane û karê weşanê nikare bijî. Herçend di 1934ê da çapxaneya Jîyanê ya Şaredarîya Silêmanîyê nûjen bike û maweyekê li vir kar bike jî piştî demekê dîsa vedigere Rewandizê. Ji bo ku mana wî ya li vir wek metirsî tê dîtin, rayedarên îraqî bi wesîleya derxistina kovarekê wî ji bo Hewlêrê vedixwînin da ku bi vê behaneyê wî di bin çavdêrîya xwe da ragirin. Ehmed Begê walîyê Hewlêrê bi merca ku çapxaneya xwe ya Rewandizê bîne di 1935ê da destûra derxistina kovara Rûnakîyê bide pê jî Husên Huznî çapxaneya xwe tesfîye nake û di şûna vê da bi arîkarîya qaymeqam û dilsozên kurd ên deverê çapxaneyeke nû ji Mûsilê tîne Hewlêrê. Ji ber vê temenê Rûnakîyê dirêj nakêşe û piştî salekê dîsa vedigere Rewandizê.
Ji ber ku Husên Huznî nayê zeftkirin desthilatdarên îraqî li dijî wî çendîn komplo û lîstikan digerînin. Carekê hin sofîyên nezan û reşûrûtên bajêr han didin da ku mal û çapxaneya wî wêran bikin. Lê her carê bi arîkarîya dostên xwe ji belayên weha rizgar bibe jî nikare xwe ji biserdagirtin û tengavkirina polîsên îraqî rizgar bike. Herî dawî di 1940ê da fermana girtina wî derdixin û ji bo “parastina ewlehî û asayişa welatî” sê salan wî di bin çavdêrîya polîsan da radigirin û çûna bajarên kurdî yên mîna Kerkûk, Hewlêr û Silêmanîyê lê qedexe dikin.
Di vê rewşê da dîsa Edmonds tê hawarîya wî û jê dixwaze ku bi Tewfîq Wehbî ra kovara Dengî Gêtî Tazeyê derxin ku balyozxaneya Îngiltereyê sponsorîya wê dikir. Bi vî awayî di 1943yê da li Bexdayê bi cih dibe û bi karê derxistina vê kovarê ra mijûl dibe. Husên Huznî heta sala 1947ê ku dimire jî bi armanca hingaftina armancên xwe tu car xwe radestî astengî û dijwarîyan nake û bi gotina Gîwê birayê wî, bi jehrkirin û kuştinê dikarin wî rawestînin.
Husên Huznî bi vê jîyana xwe ya tijî xebat, fedakarî û têkoşîn mîrateke mezin ji neteweya xwe ra dihêle. Li her rawestgeheke jîyanê bi hînbûna zimanên van welatan wek mêşhingivekî zanyarîyên nû yên serdema xwe kom dike û bi rêya çapxane û pirtûkên xwe ji bo çanda kurdî kewareke hingivîn çê dike. Ji ber vê ji bilî kovarên navborî yên ku derdixe, li dû xwe 15 pirtûk û namîlkeyên li ser dîroka kurdî [3] pirtûkek li ser hunera fotografkêşîyê (Wênegirî û Kollênê), pirtûkek li ser li ser xwedîkirina kurmên hevrîşmê (Bexêwkirdinî Kirmî Awrîşmê) û pirtûkeke menzûmeyan (Xoşî û Tirşî) wek mîrat dihêle [4]. Lewra herwekî ew jî di pirtûkên xwe da dîyar dike zana û xwendayên kurdan di demên berê da di şûna xizmeta çanda xwe da dibin barkêşên xelkên din û meydana kemala kurdî vala dihêlin. Ji ber vê kêmasîyê jî bi gotina wî “xwîna xoşewîtîya wî ya welatî tê coşê” û hewl dide parçeyên belawela û binerdkirî yên dîroka kurdî kom bike û bi weşanên xwe hişmendîya kurdbûna serdemî ava bike.
Husên Huznî heta mir jî ji ber van xebatên xwe nebû xwedî nasnameya welatekî lê heta dawîya jîyana xwe jî bê rawestan ji bo dozeke mezin xebitî û li dû xwe mîrateke mezin û giranbuha hişt. Baş e, di meydana ronakbîrîya me ya îro da çend Husên Huznî hene ku xema îro û siberoja ziman û çanda xwe dixwin û dê bi xebatên xwe yên îro mîrateke hêja ji nifşên dahatî ra bihêlin?
Çavkanî:
[1] Husên Huznî Mukrîyanî, Sercemî Berhemî Husên Huznî Bergî Yekem. Çapa Duyem. Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras. 2011. r. 57.
[2] Zarî Kirmancî, Salî çwarem, jimare 21, 6 Nîsan – 1930
[3] Navên xebatên wî yên dîrokî weha ne: Xunçey Beharistan, Pêşkewtin, Mêrgey Dillan, Nawdaranî Kurd, Awirêkî Paşewe, Şahenşahanî Kurdî Zend, Kurd û Nadir Şah, Mîranî Soran, Kurdistanî Mukrîyan, Tarîxî Hukimdaranî Baban, Hellkewtî Dêrêk le Kurdistan da, Mêjûy Dusalley Kurdistanî Cinûbî, Çilonî Serbihûrdî Îsmaîl Xan-Simkoy Şikak, Şarî Silêmanî le Sallî 1934 da, Şarî Koye le Payîzî Sallî 1935 da.
[4] Husên Huznî Mukrîyanî, Sercemî Berhemî Husên Huznî Bergî Duwem. Çapa Duyem. Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras. 2011.