Delîlo Tarim li Almanyayê pêşangeha rism û peykeran li dar xist.
Delîlo Tarim kurdek e û ev du sal in ew li Almanyayê dijî.

Tarim mamosteyê rismê ye û wî li Stenbolê, li Zanîngeha Mimar Sînanê xwendîye.
Wî bo Botan Timesê ragihand ku li Almanyayê pêşangeha xebatên xwe yên rism û peykeran li dar xistîye.

Ew, armanca xebata xwe wiha pênase dike:
Di nav van şert û mercên zehmet ên jîyanê da mirov li pey cîhaneka nû ne. Şik û gumanên mirovan ên li ser dahatûyê dibin sebeb ku mirov di nav xwe da bijî û mirov nehêle tu kes daxilî jîyana mirovî bibe. Peykerên min ji îro û dahatûyê wêdetir in, ew bi awayekî xwezayî di nav zeman û mekanekî nû de, di nav bêhêvêtî û tirsekê da, li pey xewnekê ye an jî di xewnekê da ye.








Xebatên wî di formata PDF da li jêrî hatine dayîn
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.