Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hunermendê navdar Omer Suleyman li Rihayê desteser kirine

18/11/2021

Hunermendê li dinyayê bi nav û deng Omer Suleymanê ji Sûrîyeyê li Rihayê hatiye desteserkirin.

Li Karakopruya ya Rihayê leşkeran bi ser mala Suleymanî de girtine û ew desteser kirine. Suleyman piştî şerê Sûriyeyê hatibû Tirkiyeyê û ev nêzîkî 10 sal in li navçeya Akçakaleyê bicih bibû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Suleyman bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” hatiye desteserkirin. Suleyman birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanî û li vir doktoran ew kontrol kiriye. Piştî wê jî cendermeyan ew birine qereqolê û wê jêpirsîna wî were kirin.

Derbarê Omer Suleymanî de

Di sala 1966an de li Til Temira nêzîkî Serê Kaniyê ji dayik bûye. Stranên bi kurdî û erebî strane. Nêzîkî 500 albumên wî hene. Ji sedî 80 stranên wî yên şahiyan e. Di Kanûna Paşiyê de Omar Suleymanî di sala 2013an de strana “Wernê Wernê” ya kurdî bi alîkariya Ribbon Music, şîrketa muzîkê ya Emrîkayê derxistiye. 

Di sala 2011an de beşdarî Festîvala Glastonbury-yê bûye. Di Hezîrana heman salê de li Chaois in Tejasa Austinê, di Tebaxê de jî li li Portekîzê, li Paredes de Courayê stranên xwe strane. Beşdarî festîvala ATP Nightmare Befero Christmasê bûye.

Her weha çendîn caran hatiye Tirkiyeyê û li Stenbolê jî konser dane. 

Ji bo albuma Björkê ya bi navê Biophillayê sê remîks amade kiriye.

Di sala 2013an de li Goteborgê beşdarî Festîvala Way Out Westê bûye. Di Çiriya Paşiyê ya 2013an de li Osloyê, di dema Konserta Xelata Aştiyê ya Nobelê de konsertek daye.

Her weha beşdarî gelek festîvalên din bûye.

Çavkanî: Bianet-Ajansa Mezopotamyayê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan