Hunermend Xelîl Xemgîn bertek da namzedê AKPyê

29/02/2024

Hunermend û stranbêjê qedîm Xelîl xemgîn bertek da AKPyê ku namzedê AKPyê yê Amedê ji bo kampanyaya xwe ya hilbijartinê strana wî bi kar anîye.

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê dawîya meha Adara 2024an hilbijartinên şaredariyan pêk tên.

Namzedê Rezana Amedê yê AKPyê, strana Xelîl Xemgîn ya bi navê ‘Sebra Dila’ ji bo kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi kar anîye.

Hunermend Xemgîn bi vîdeoyekê li ser Facebookê da zanîn ku wan strana wî bêyî ku destêra wî hebe bi kar anîne û bertek da vê rewşê.

“Pergaleka wisa ye, dewleteka zalimkar î wisa ye ku him çanda me talan dike him her tiştê kurd, her tiştê girêdayî çanda me qedexe dike, destûrê nade.

“Her wisa jî li meydanan, li qadan bi destên kurdên xwefiroş, kurdên bêrûmet, ewên ku minafiqtiya dînê xwe, îmana xwe, her tiştî dikin li meydanan ji bo mîtîngên hilbijartinê, ji AKP û MHPyê re stranên me dibêjin ji bo ku gel bixapînin, ji bo ku hestên însanan bixapînin.

Lê gelê me nayê xapandin, gelê me êdî hişyar e. Kurd ne kurdê berê ye. kurd dê li her nirxekî xwe xwedî derkeve. Nirxê me îro di vê hilbijartinê de Partîya DEMê ye.

DEM dê bi ser bikeve û gelê me dê ti carî qada têkoşîna xwe bernede, dê neyê xapandin û guh nede minafiqan, xwefiroşan, kesên ku aniha bi her tiştekî erzan dixwazin ku gelê me bixapînin. Ev gel êdî nema tê xapandin. Serkeftin a gelê me ye.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Weşana Zindî – Ferît Sevîm û Bluesa Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Weşana Zindî – Rêyeka ber bi Stranbêjiyê ve, Stran

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran