Hunermend Rewşanê straneka nû weşand

13/09/2024

Hunermend Rewşanê strana xwe ya nû “Bêrî” weşand û li ser platformên dijîtal belav kir.

Ev stran, yek ji stranên albuma nû Hinarê ye ku wekî Rewşanê daye zanîn, ew vê stranê wekî mizgînîya albûmeka nû belav dike.

Albuma Hinarê dê 18yê Cotmehê roja înê li ser hemû platformên muzîkê bê weşandin.

Di temamîya karîyera xwe da, cara ewil e albumek bi tevahî ji besteyên wê yên orîjînal pêk tê û hemû gotin ji alîyê wê ve hatine nivîsîn.

Gotin û mûzîka Bêrîyê ya Rewşanê bi xwe ye ku ev stran wekî refleksekê ji serpêhatî û çîroka wê der bûye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Narîn, Tavşantepe û Qanûna Omertayê

Weşana paşê

Weşanên Avestayê ‘Rastiya Kurdistanê’ çap kir

Te hay ji vê heye?