Hunermend Mrady strana xwe ya bi navê Masiyek Şîn weşand.
Ev stran duet e ligel hunermend û akademîsyen Cansun Küçüktürk.
Mrady di projeya 30 salîya hunermendîya Mehmet Atli da jî wekî rêvebir û kordînatorê projeyê cih girtîye.
Wî herî dawî strana xwe ya bi navê Esmer li ser platformên dijîtal belav kiribû.
Cansun Küçüktürk heta niha di gelek projeyên muzîkan da cih girtîye û ligel çendîn kesan duet kirîye ku Vedat Yıldırım solîstê Kardeş Türkülerê yek ji wan e. Ew aniha li Zanîngeha Yıldız Teknikê mamoste ye.