Hunermend Kasim Taşdoganî klîbeke nû weşand

Hunermend Kasim Taşdoganî klîbeke nû weşand
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd Kasim Taşdoganî klîba strana xwe ya bi navê “Mîrate” weşand.

Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî Heskîfê heta peykerên zarokên ên hatine kuştin tên nîşandan.

Bi taybetî hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê yên li Amedê di klîbê de cîhê xwe digre.

Her wiha dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî di klîbê de cîh digre.

Gotinên stranê wiha ne:

Mîrate

“Koka dara şîn

Ji bin ve  nayê birîn

Bê giyan û bê hilm hiştin

Bihara me dizîn

Hebûna te zor û tade

Mayina te nema zêde

Mîrateya te ya rizî

Tenê talan tenê dizî

Ne xezeb û ne nifiran

Nakim li we mêtîngeran

Ka guh bidin vê hewarê

Ava bikin qesra starê”