Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hunermend Beytocan koça dawî kir

12/09/2023

Hunermend û stranbêj Beytocan koça dawî kir.

Stranbêj Beytocanê ku wextekî dirêj bû li Stocholmê tedawîya penceşêrê didît vê sibehê koça dawî kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî ku ew bi nexweşîya penceşêrê dikeve, ji wextekî şûnda emelîyateka giran derbas dike. Parçeyek ji çeneya wî tê jêkirin. Parçeyek jî li lingê wî tê zêdekirin.

Beytocan yek ji stranbêjê kurd e ku muzîka wî di nav kurdan da gelek tê guhdarkirin. Wî heta niha 4 albûm derxistine û albûma wî ya navdar “Yan Mirin yan Diyarbekir” hate qedexekirin.

Beytocan kî ye?

Sala 1955an li Farqîna Amedê hatîye dinyayê. Beytocan, di darbeya leşkerî ya 12 îlona 1980yan da tê desteserkirin ku 6 sal û nîvan girtî dimîne. Sala 1987an hatiye tahlîyekirin. Beytıcan sala 1990î kaseta xwe ya ewil derdixe û salek piştê hingê jî koçî Swêdê dike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan