Hunermend Ayfer Duzdaşê stranek nû weşandiye: Weda weda


Navenda Nûçeyan
Ayfer Duzdaşê strana xwe ya nû ya bi navê ‘’Weda weda” weşandiye.
Duzdaşê ev kilam di albûma xwe ya bi navê ‘’Kilomên Arxawûnê’’ da cih daye.
“Weda weda” di albûma da sîngila wê ya duyem e.
Hunermend Duzdaşê ji hesabê xwe yê Twîtterê strana xwe bi van gotinan belavkiriye:
Gotinên stranê
WEDÂ WEDÂ
Tîkânliyewo oy yâylâ mewo
B’âre [bihâre], tarin, pâyize ten oy
Walla mine tu halgirtâ
Sababâ ma dâykâ tewo
Wedâ, wedâ, çâvraş wedâ
Ç’ây Tîkânli tûmân tedâ
Barfak bârî tana hûr a
Ç’ây [çiyây] Dîkânli la ma dûr a
Î ku darde min pirs daka
Dardî dilî min î kûr a
Çatalqûyê çîftak kânî
Rinde barxâc la sar dânî
Harkî ku tu yêrmîş dawû
Min kullâ warâme dânî
Wedâ, wedâ, çâvraş wedâ
Ç’ây Tîkânli tûmân tedâ
Stranbêj: Mehmet Alî Çiplak
Gotin û Muzîk: Mehmet Alî Çıplak/Abidin Çıplak
Berhevkar: Ayfer Düzdaş Dever: Atme jor/ Gundê Şotikân / Meletî