Hunermenda operayê Pervin Çakar dê 7ê cotmehê li Amedê derkeve pêşberî guhdarên xwe.
Çakarê li ser hesaba xwe ya Xê( Twitterê)ragihand ku ew dê li Navenda Çandî ya Sezaî Karakoçê konsereka saz û bike.
Bilêta konserê jî hûn dikarin li ser vê lînkê peyda bikin
Pervîn Çakar kî ye?
Di sala 1981’ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.
Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.
Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye.
Hunermenda Kurd Pervin Çakar di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng de xelat wergirtine.