Hunerên Berxwedanê û Dawetên Kurdan

Dîroka berxwedana kurdan careke din nîşanî me dide ku ne mimkun e qedexeyên dewletê pêşî li daxwaza kêfxweşiyê û çêkirina muzîkê ya kurdan bigire. Dewlet li ser kurdan, şahiyeke ku bi destûrên fermî ve girêdayî, ji nasnameya xwe qutbûyî û ji naverokên siyasî hatiye paqijkirin, ferz dike. Bi salan di warê siyasetê de jî hewl da mînakeke wisa biafirîne, lê bi ser neket. Ev hewldan pûç û vala ne û ji bo dewletê wek avêtina tovê li ser kevirê hişk e, ku tu carî şîn nayê.

***

Şahiyên kolektîf, hemû pratîkên çandî dihewîne yên coşdar, kêfxweş, dilşa û henekî yên ku civatek, neteweyek an jî komek bi awayekî hevpar pêk tîne. Di dîroka mirovahiyê de, di civakên cuda de û bi formên cuda, her dem çandeke şahî û kêfxweşiya kolektîf helbet hebûye. Karnavalên coşdar, şahî, rîtuel, ayin û pîrozbahiyên di guhertinên demsalan de pêk dihatin, hin mînakên vê yekê ne. Şahiyên Dionysosî yên di Yewnana Kevnar de, karnavalên Ewropayê, rîtuelên coşî yên li civakên Afrîka û Asyaya Navîn, mînakên pêşîn ên şahiyên giştî ne. Di cîhana modern de, konsert, festîval û dawet berdewamiya vê çanda şahiya giştî ne. Ev coş û şahî, bi mûzîk, stran, pêşbazî, henekî, reqis û bi amrazên curbecur ên sembolîk (wek maske, kostûm, cil û bergên xwecihî) hatine îfadekirin, kapasîteya mirovan a kêfxweşî û serhildanê firehtir kirine. Herwiha, van şahiyan rê li ber gel vekiriye ku ew tirs û sawên xwe yên ji desthilatên siyasî, leşkerî û olî hilweşînin û xwe ji bin bandora wan rizgar bikin. 

Wek ku Mikhail Bakhtin jî balê dikişîne ser, ev karnaval û cejn dibin sedem ku mirov demekê ji bendên jiyana rojane rizgar bibin. Di heman demê de van karnaval û cejnan, li hember saziyên civakî yên zordest, qadeke serhildanê ava dikirin. Beşên cuda yên civakê tînin ba hev û ezmûneke hevpar a coşê diafrandin. Di heman demê de van karnavalan, hiyerarşiyên çînî û rolên zayendî yên civakî ji bo demekê berevajî dikirin, rê didan ku yên bindest cihê yên serdest bigirin û bi rayedaran bikenin. Bi kurtasî, ev şahiyên kêfxweş, bûne qada serhildan û derxistina hêrsa komî li dijî zext û newekheviyên siyasî û civakî. Rayedarên olî an sekuler; her dem ji van şahiyan tirsiyane û hewl dane ku wan qedexe bikin, ji ber ku ev şahî pergala civakî serûbin dikin, têgihîştina dîsîplînê sist dikin, rolên çînî, nijad û zayendî berevajî dikin, û tabûyên pîroz binpê dikin.

James C. Scott jî di pirtûka xwe ya bi navê “Arts of Resistance” (Hunerên Berxwedanê) de bi giştî li ser stratejiyên veşartî yên berxwedanê yên komên bindest disekine. Scott dibêje, komên bindest di nav xwe de zimanekî veşartî bi kar tînin ku tê de rexne û nerazîbûna xwe li hember desthilatdaran tînin ziman. Ew balê dikişîne ser çalakiyên piçûk ên berxwedanê yên ku di jiyana rojane de tên kirin, wek xwe giran kirin, xwe nexweş nîşandan, tiralî û hwd. Digel ku Scott nîşan dide ka çawa stran, çîrok, pêkenok û formên din ên çanda gelêrî dikarin bibin qadên veşartî yên rexne û berxwedanê. Gelek caran di nav stranan de peyamên veşartî hene ku rexneyan li desthilatdaran digirin. Mînak, di gelek kilamên kurdî de behsa zordestiyê û berxwedanê tê kirin, lê bi awayekî metaforîk. Hin hunermendên Kurd, ji ber ku peyva Kurdistanê qedexe bû, li şûna wê peyva “gulistanê” bi kar dianîn. 

Di nav çîrokên gelêrî de, gelek caran lehengên qels li hember yên xurt bi ser dikevin. Ev dikare bibe semboleke berxwedanê. Her wiha bi rêya pêkenokan jî, gel dikare bi awayekî veşartî rexneyên xwe li desthilatdaran bigire. Ev yek dibe rêyek ji bo derxistina hêrs û nerazîbûnê. Di hunerên devkî yên wek çîrokbêjî û dengbêjiyê de, dîrok û serpêhatiyên gel tên vegotin, ku gelek caran têkoşîn û berxwedana li dijî zordariyê jî dihewîne. Scott dide xuyakirin ku ev formên çandî dibin qadên “ewle” ji bo derbirîna nerazîbûnê. Ew derfetê didin gel ku bi awayekî veşartî û sembolîk li dijî desthilatê derkevin, bêyî ku rasterast were cezakirin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Di vê çarçoveyê de, dawetên Kurdan ne tenê şahiyeke hevpar, hevgirtineke di navbera malbatan de û pratîkeke piştgiriya aborî ye, lê di heman demê de pratîkeke çandî ya “ne fermî” û qada rizgarbûna ji bindestiya mêtingeriyê ye. Sedemê ku ev dewleta dagirker evqas har dibe jî ev e. Dawet cihên nîşandana taybetmendiyên karnavalî ne ku ji aliyê dewlet û olan ve hatine tepeserkirin. Bi gotina J.C. Scott, ew “qadên siyaseta jêrîn” in. Di van dawetan de, zimanê kurdî, ku hebûna wê tê înkarkirin û tevlîbûna wê ya jiyana giştî hertim tê astengkirin, ji hemû sînordariyan rizgar dibe û wek Simûrg ji nav xweliyê radibe. Rengên qedexekirî, hemû alên kurdan û cil û bergên neteweyî her derê dixemilînin û hebûna xwe didin pejirandin. Gelên kurd, silavan ji rêberên xwe yên qedexekirî û girtî re dişînin, bi dirûşm û stranan keser û hezkirina xwe pêşkêşî wan dikin û rayedarên mêtinger şermezar dikin. Li gel vê, lehengên fedakar ên têkoşîna civakî ya heta îro, kêliyên serkeftin û berxwedanê bi rêzdarî tên bibîranîn, ji ber ku ev kêliyên şahiya hevpar, di heman demê de derfeta spasdariya ji bo yên ku ew gîhandine îro ye jî. Bi kurtasî, di vî welatî de, tenê qada ku kurd dikare bi temamî xwe îfade bike û xwe ji qedexe û sînordariyên mêtingeriyê rizgar bike, dawet in. Dewlet li hember vê rastiyê xwe bêçare dibîne û hewl dide ku vê qada ku kurd dikare bi nasnameya xwe, çanda xwe, têgihîştina xwe ya şahiyê û helwesta xwe ya siyasî xwe îfade dike, dewlet dixwaze krîmînalîze bike û cîhana kêfxweşiya kurdan desteser bike. 

Wek ku Zozan Goyî jî di nivîsa xwe ya bi navê “Kolektif Kültürel Eğlencenin Antropolojisi: Kürdistan’da Kolektif Kültürel Eğlence, Modernizm ve İslamla Çatışmalar” de ku di Kovara Lêkolînên Kurdî de hatiye weşandin, diyar kiriye: “Mûzîk, wek nasnameyeke diyarker a xurt, di hewldanên civakên xwecihî de yên ku ji ber mêtingeriyê kevneşopiyên wan hatine jibîrkirin û gihîştine qonaxa windabûnê, roleke girîng dilîze ji bo parastina çanda wan û ji nû ve vejandina wê. Mûzîk û govend ku kurdan wek hêmaneke dînî û çandî ya coşî di nav xwe de helandine, di xurtkirina hişmendiya neteweyî ya kurdan de, di dermankirina travma/trajediyên neteweyî de, xwedî erkekeke girîng bûne û her tim wek amrazên girîng ên motîvasyonê ji bo bizava siyasî ya Kurdan hatine bikaranîn. Ji ber vê yekê, mûzîk û govendên kurdî her tim yek ji hêmanên çandî yên herî girîng bûne ku ketine hedefa mêtingeran” (Dosyeya Îslama Kurdî, 2000, Hejmar: 3,6). 

Li Kurdistanê, di dirêjahiya dîroka vê komara mêtinger de, mûzîk û şahî hertim bûne qada şerê çandî. Heta sala 1991ê, li Tirkiyeyê qanûnen qedexe bû ku mirov mûzîka kurdî çêbike û belav bike. Kesên ku eşkere mûzîka kurdî çêdikirin an jî berhemên mûzîka kurdî belav dikirin an jî lê xwedî derdiketin, bi xetereya cezayê diravî, girtinê, zîndanîkirinê û bi îşkenceyê re rû bi rû diman. Piştî salên 1970yî, hema hema hemû partiyên siyasî yên kurd ên neqanûnî xwedî komên xwe yên mûzîkê bûn û ev komên mûzîkê, îdeolojî, stratejî û awayên têkoşîna van rêxistinan bi rêya stranan vediguhestin. Yanî, mûzîk wek amrazekî propagandayê dihat bikaranîn. Heta sala 1980yî jî, di hemû dawetan de, komên girêdayî rêxistinên siyasî derdiketin ser dikê û stranên siyasî û şoreşgerîyê lê dixistin. Piştî derbeya leşkerî ya 12yê Îlonê, li Kurdistanê belavbûna dizîya kasetan yên li bin erdê, dikare wek şêwazekî taktîkî yê berxwedana rojane (De Certeau 1988; Scott 1990) û avakirina civakê ya ji binî ve bê nirxandin. Ev mînakên berxwedanê yên belav in lê piranî ne di bin kontrolê de ne; ji bo tevgerên neteweyî yên kurd, ev bûne bingeheke hestiyarî û maddî di afirandina nasnameya hevpar a kurdî de. 

Koma Berxwedan, ku di sala 1983yan de li Ewropayê ji aliyê komek muzîsyenên welatparêz ve hatibû damezrandin, berevajî qedera gelek komên muzîkê yên din, rêyeke cuda şopand û ‘wek Teyrê Sîmir ji nav rijika xwe vejiya’ û gihîşt roja me ya îro. Bû kaniya coş û afirîneriyê ji bo gelek komên mûzîkê yên kurd û rê li ber şoreşeke nû vekir di dengê kurdî de. Di wan rojan de, ew rojên ku agirê şer herî gur bû jî, ev kom tu caran ji têkoşîna gel dûr neket, bi awazên xwe bû derman li ser birînên wan û bû pêtên agirê coşa wan. Heta îro jî gelek kes bi germahiya roja yekem guhdariya vê komê dikin û bi her strana wan re, rûpelên dîroka têkoşînê di bîra xwe de zindî dikin.

Bi taybetî mûzîka Şivan Perwer li Kurdistanê bûyereke dîrokî ye û stranên wî, li ser gelê Kurd herî kêm bi qasî rêxistinekê û îdeolojiyekê bandor kiriye. Ji bo nifşên nû yên şoreşger bûye çavkaniyeke xurt a moralê, di avakirina hişmendiya dîrokî ya dijî-mêtingeriyê de roleke girîng lîstiye. Yek ji stûnên bingehîn ên çanda kurdî ye. Hin stranên Perwer ji kesayetî û îdeolojiyên çepgir bandor wergirtine, lê di gelek stranên wî de mijarên rizgariya neteweyî serdest in. Wî gelek klasîkên kurdî bi şêwaz û amûrên modern ji nû ve şîrove kirine û ji nû ve vejandine. Herwiha, li ser gelek bûyerên dîrokî an jî siyasî yên rojane gotinên stranan nivîsîne. Perwer bi awayekî pir afrîner ji dîroka kurdan, ji şaristaniyên wan ên qedîm û ji kevneşopiya devkî sûd wergirtiye. Mûzîka wî ji serî heta binî mûzîka berxwedanê û bangeke rizgariyê ye.

Mûzîka Kurdî û her cureyên hunerê her dem neçar mane ku di nava germahiya siyasetê de bihelin û xwe ji nû ve biafirînin. Di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê, bi serdestiya tevgera kurdî li qada siyasetê, beşeke mezin a berhemên mûzîkê û tomarkirina wan, ji prensîbên îdeolojîk û rojeva siyasî ya vê tevgerê bandor wergirtiye. Komên mûzîkê yên kurdî ku di dawiya salên 1980yî û di salên 1990î de derketin holê, rasterast li ser van cûre ramanan hatin avakirin; mûzîk çêkirina bi awayê komî, wek rêyeke avakirina nasnameyeke hevpar û neteweyî dihat dîtin û çêkirina mûzîkê, wek amrazeke afirandina dîrokeke kolektîf dihat dîtin. Bi damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê di sala 1991ê de, mûzîka kurdî jî fireke mezin da xwe. Komên mûzîkê yên nû ku li ciwanan bandor dikirin, derketin holê û têkiliya di navbera mûzîk û siyaseta kurdî de bû wek benê girêdayî. Gelek hunermendên ciwan bûn piştgirên geş ên tevgera kurdî û berî her tiştî bala xwe dabûn ser têkoşîna siyasî û afirandinên xwe yên hunerî xistibûn xizmeta vê têkoşînê. Dilsozî û siyasîbûna wan, bêguman, encama zext û zordariyên neheq ên li ser ziman û çanda kurdî û dagirkirina welatê wan a bi her awayî bû. Li Tirkiyeyê, zext û zordestiyên li ser mûzîka kurdî, polîtîkayên sînordarker û tundiya dewletê, bû sedem ku mûzîka kurdî hîn bêtir polîtîze bibe. 

Dîroka berxwedana kurdan careke din nîşanî me dide ku ne mimkun e qedexeyên dewletê pêşî li daxwaza kêfxweşiyê û çêkirina muzîkê ya kurdan bigire. Dewlet li ser kurdan şahiyeke ku bi destûrên fermî ve girêdayî, ji nasnameya xwe qutbûyî û ji naverokên siyasî hatiye paqijkirin, ferz dike. Bi salan di warê siyasetê de jî hewl da mînakeke wisa biafirîne, lê bi ser neket. Ev hewldan pûç û vala ne û ji bo dewletê wek avêtina tovê li ser kevirê hişk e, ku tu carî şîn nayê. Tu qedexe nikare pêşiya van govend û dîlanên bêsînor û van awazên kurdî bigire ku her aliyê jiyanê dihejînin. Mafê şahiyê, wek yek ji mafên bingehîn ên mirovan tê pejirandin û ev maf di xala 24emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digire. Ev maf herwiha mafê beşdarbûna jiyana çandî, sûdwergirtina ji çalakiyên hunerî û beşdarbûna parastina mîrateya çandî jî dihewîne.

Nivîskar/rojnameger
Ramazan Kaya
Muxalifekî ji Kurdistanê ye, li Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Yüzüncü Yılê, beşa cografyayê temam kiriye. Yek ji danerên kovara anarşîst ya Qijika Reş e û yek ji edîtorên kovara Kürd Araştırmalarıyê ye. Derbarê meydanên edebiyat, sînema û bîra civakî da nivîsaran dinivîse. Niha li sektora taybet wekî mamostayê cografyayê dixebite.