Huner cehimî, bijî AI!

20/12/2024

Hoste veguherîn, şagirt jî çûn û hin tiştên deremirov ketin şûna wan. Ekol neman, loma em dikarin qîreke jidil vedin: Huner cehimî, bijî AI!

***

Yek ji kêşeyên li ber lêkolînên li ser hunera hevçerx a kurdî û sehneya wê ya îro, bêgûman kêmasiya me ya pêrewîyê (methodical) ye ku heya îro jî em başebaş nizanin wekî çawan dest bavêjin vê mijara ku ji sedî sed ji gel dûr e û ne di nav nîqaşên me yên roşinbîrî de ye. Wer xuya ye kêşe ne bi tenê ev e jî. Nîqaş û rexneya mêjûyî ma ne “huner ji bo hunerê û huner ji bo civakê” bû? Ji bo a yekan (l’art pour l’art) em bibêjin, cara ewil şairê Fransî Théophile Gautier bi kar anîbû, ji gotina xwe jî daneketibû; huner ne mecbûr bû erkeke sincî, dîdaktîk yan civakî hilgire, jixwe di nava xwe de nirxeke wê hebû û diviya bi tenê ji bo xweşiyeke estetîk bide der, bihata afirandin. Wilde, Baudelaire û Allan Poe bervederên vê nêrînê bûn. A duduyan jî başebaş xwe spartibû bizavên reformên civakî a sedeya nozdehan. Li gor nêrîna wan, diviya ku huner civakê perwerde bike, veguherîne û bêhtir ji bo berjewendiyên mirovahiyê xizmetê bike. Morris, Tolstoy û Brecht serkêşiya vê kiribûn û nîqaşên xwe bi nêrîna sosyalîzmê û ekolên realîst yên hunerî ve girê dabûn. Théophile Gautier navek, têgihek afirandibû; l’art pour l’art (huner ji bo hunerê),lê ji bo a duduyan, têgiheke taybet tunebû, derneketibû. Di vî warî de rexneyên Diderotyî yên li ser şanogeriyê yan nêrîna ‘hunera moralîst’ a Rousseauyî, mînakine pêşîn bûn, bîr û boçûnên William Morris û John Ruskin jî, hîmên Arts and Crafts Movementê danîbûn, lê têgih? Îro em şînê girê didin ji bo tiştên çûyî, huner ji bo civakê jî yek ji wan e. Huner, xasma jî hunera hevçerx tucarî ji bo bînerên ‘jirêzê’ nehatiye çêkirin, tucarî ne bûye ‘ji bo herkesî’. Bîner yan wergirên hunerê ‘taybet’ in û herkes nikare bibe bîner yan jî wergirek. Belam, herkes dikare bibe hunermend.

Werin em di ser kêşeya –lewre kêşeyeke mezin e– ‘hişê çêkirî’ re careke din li mijarê hûr û kûr bibin; lewre tu wateya van nîqaşên li jorê, yên ku bi salan me serê xwe pê re êşandibû, neman, jê wêdetir, dewlet serê ‘hişê çêkirî’, watedariya hunerê jî nema! Kêşeya dij-kolonyalîzmê, dekolonyalîzmê, pê re jî hemû têgih û nêzîktêdayîn û watedarkirinên me yên ji bo hunera hevçerx (a kurdî ji tê de), divê êdî li ser karîgeriya ‘hişê çêkirî’ bên nîqaş kirin. Di mûzexane, galerî û pêşangehan de em dê bêhtir tûşî mînakên hişê çêkirî bibin. Îro, perwerdehiya hunerê a ku di beşên hunerê de tête dayîn (em dê çi bi Ronesans, Gotîk, şêweya Neoklasîk û yên din bikin?), gelekî kevnare ye; mêjûya hunerê, ji pêwendiyên xwe yên sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomîk û mêjûyî tên vederkirin û hêja tên ber me, em jî wan wek çîrokine serkeftinê yên mirovên mezin –axleb jî mêr– dixwînin û dipejirînin. Ji bo hunermendên hevçerx, ji destpêka derketina ChatGPTyê heya îro, ji waneyan ta bi rojnamegeriyê, bi lez û hêzeke nepayîn ya ku hertişt serobino kir, zexteke teknolojîk derket holê, hunermendên mîna Pierre Huyghe, Hito Steyerl yan Gillian Wearing, ji bo pêşî li ber têkçûna watedariyê bigrin, dest avêtin amûrên hişê çêkirî. Tiştên ku heya teknolojiya hişê çêkirî hunermend bi tena serê xwe nedikarin derxînin holê, niha, bi tevî xeteriya ‘bêwateyiyê’ (bêwateyî jî wateyek e gelo?) yek bi yek derdikevin. De omnibus dubi dantum est, şik ji hertiştî bike, xêzkirina bi pênûsê, serê firçeyên ku tik û tik li kevalê dikevin, wêne û vîdeoyên hunermendên hevçerx yên ku xwe pê kurre dikirin, enstelasyon û tiştên din, rehma Xwedê ne li ser wan be!

Û çîroka me ya hunera hevçerx, ya ku bi tenê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê (destpêkê li Diyarbekirê, pê re jî li Mêrdînê û dû re li diyasporayê) geş û gurr bûye, ji xwîner, hunerhez û meraqdarên wê re bi nêzîktêdayîneke ku wê ji çîrçîrok, metelok, galegot yan jî –bi gotineke populer– ji xwendinên efsaneyî, yên ku pirranî bi destên ekterên wê yên li ser sehneyê hatibûn (hîn jî tên) hilberandin, cihê bike, nîne. Çi di warê wêjeya me de bin çi di warê pratîkên me yên hunerî de, kêş û vekêşên ku xwe li ser kil û kêmasiyan (kêmasiya tiştekî yan tiştinan) ava dikirin û veavadikirin, bêyî ku hay ji zimanê xwe yê hunerî û tevliheviyê hebin, dibûn bayîsê aloziyeke din jî; aya keleporeke me ya hunera hevçerx hebû? Yan ew jî, wek mêjûya hunera hevçerx a mêtingerên me (wek rom, ecem û ereban), xwe bi mêjûya hunera hevçerx a cîhanê ve dizeliqand û di ser wê re pênase dikir? –ku ev jî pirsgirêkeke mayînde bû.

Aloziya din jî –ku bi min a herî girîng ev e –tirs û şayişa şexsîkirina nivîsarên bi vî rengî ne; efsane ji efsaneyan bi çi awayî dihatin xilaskirin? Çîrok ji çîrokên mayîn çawan dihatin vederkirin? Mêjûya takekesî a hunermendekî/hunermendekê ji nivîsareke ku hewl dide li hunera hevçerx a kurdî û sehneya wê ya îroyîn hûr û kûr bibe, dê bi çi rêyî û bi amûrên çawan ji jiyan û berhemdariya wî bihatana veqetandin? Gelo pêdivî bi nêzîktêdayîneke bi vî rengî hebû yan na?

Di wê baweriyê de me ku di qonaxa nivîsandina vê nivîsarê de jî, di warê hişê çêkirî de gelek tiştên din jî rû dan, ku ez pê re nagihijim. Berhemên hunerî yên pêşîn yên ku di sala 91an de derketibûn holê, pêwendiyên Diyarbekir û Stenbolê, pêwendiyên Diyarbekir û Mêrdînê, pêşangehên ku rê li ber gerra navnetewîbûnê vekiribûn, yan jî bandora hunera hevçerx a ku bi hêma û pirsine din re dihatin nîqaşkirin, nebûn bersiv. Pirsên ku car caran rê li ber min winda dikir –ji bilî yên mêjûyî û civakî–, hema hema ev bûn, ji alîyekî ve jî, min hin pirsên din jî ji xwe dikirin; baş e, min ê li ser kîjan hunermendan, kîjan berheman û çi binivîsanda?

Bi dirêjahiya dîrokê dibistanên ku lê perwerdehiya hunerê dihatin dayîn, di dirûvandina awayên hunerê de roleke mezin lîstibûn. Ji kargehên dêrîn heya bi akademiyên nûjen, ev dam û dezgehên han, şert û mercên ku ji bo perwerdehî, hevkarî û ezmûnê bi pêk anîbûn, bandorê li geşedana teknîkên hunerî, felsefe û ekolan jî kiribûn. Di kargeh û loncayên li şaristaniyên wek Yewnan, Roma û Misra dêrîn de huner, bi gelemperî bi destê hosteyan dihat birêvebirin, di van kargeh û loncayan de şagirt, ji peykersaziyê bigire heya bi çêkirina kûzik û nîgaran, tim di bin çavdêriya hostayên xwe de bûn, yên ku xwediyê xwe û teknîkeke nuwaze bûn. Di van pêwendiyan de perwerdehiya ku li ser bikêriyê ava bibû, esas bû. Em nizanin bê ew kî bûn. Di Serdema Dêrîn de ekolên teşeyî bi reng û dengê xwe ewçend beloq nebin jî, kar û xebatên Yewnanan yan li ser pîvan û heqîqetê, bandoreke mezin li bizavên Ronesansê û yên piştî wê kiribû. Gava em li serdema me hûr û kûr dibin, em dibînin ku ekolên hunerî hîn jî bandorek li cîhana hunerê dikin, xasma jî yên ku di dem û cihên diyar de, wek bersivekê derketine mexderê. Mijar û nêzîktêdayina kom û komikên hunermendan yên li ser wan mijaran, yan jî –bi taybetî– hin bizavên siyasî û veguherînên tûndûtûj yên di civakê de, gelek caran bûne sedemên bingehîn yên wan ekolan.

Hoste veguherîn, şagirt jî çûn û hin tiştên deremirov ketin şûna wan. Ekol neman, loma em dikarin qîreke jidil vedin: Huner cehimî, bijî AI!


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şener Ozmen

Nivîskar û hunermend. Di sala 1971an de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1998an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû, a ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêhvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Viyanayê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşa Huner û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navnetewî&Bernameya Kuratoriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabethê (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî, bi piştgiriya Senatoya Çand û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlînê kar û barên xwe yên hunerî û wêjeyî bi rê ve bir. Ozmen li Chicago, Amerîkayê dijî.

Berhemên wî:
- Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi'r (bi tirkî), 1999
- Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi'r (bi tirkî),1999
- Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi'r (bi tirkî), 1999
- Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi'r (bi tirkî), 2004
- Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
- Rojnivîska Spinoza, roman, 2008. Spinoza'nın Günlüğü, wergera ji tirkî: Abdullah Koçal,
2014
- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, wergera ji
tirkî: Abdullah Koçal, 2015
- Keleh, çîrok, 2012. Kale, wergera ji tirkî: Selamî Esen, 2017
- Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) (Xwendinên Li Ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen),
2013
- Gramera Bêhizûr, roman, 2014
- Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
- Xeyb, roman, 2016
- Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
- Kurê Dêlê, novel, 2022
Werger:
- Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
- Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
- Îhtar, C. Hakkı Zariç, 2022

Weşana berê

Du rojnamevan li Sûrîyeyê bi êrîşeka bi dronan mirine – MA, bianet

Weşana paşê

Hûsîyan fûze berdane Tel Avîvê, 16 kes birîndar bûne – The New York Times