Hûn ji vî heywanî ra çi dibêjin? 47 navên wê hene!

04/10/2024

Kurdî ji alîyê ferhengoka xwe ve zimanekî berfireh e. Ji ber gelek sedemên cuda, bilêvkirina peyvên kurdî li gorî bajar, herêm û hwd. diguhere. Hetta di navbera du gundên cîran da jî bilêvkirineka cuda û ferhengokeka cuda ya kurdî derdikeve meydanê. Ji ber vê yekê jî dibe ku peyvek bi gelek awayên cuda bê bilêvkirin û nivîsîn. Ji alîyê çendîn kom û sazîyan ve xebat têne kirin ji bo standartkirina zimanî. (ji alîyê peyvan ve jî)

Weqfa Mezopotamyayê sazîyeka çand û zimanî ye ku ew li ser wan mijaran dixebitin û lêkolînan dikin. Ew hewil didin zimanekî standard yê kurdî ava bikin û xebatên xwe jî dê wê nezerê da didomînin ku wan kitêbeka rastnivîsîna kurdî ‘Rêbera Rastnivîsînê’ amade kirîye û xebatên wan yên standardkirina zimanî hêj berdewam in ku komxebatên wan hene ji bo wê yekê.

Li gorî ferhenga online ya Weqfa Mezopotamyayê 47 navên/varyantên/bilêvkirinên (kerguh/tavşan/rabbit) hene.

(keloşk, kergo, kergoş, kergû, keroşk, kevroşk, kêrfoşk, kêrgî, kêrgo, kêrgoşk, kêrguh, kêrgû, kêrgûş, kêrgûşk, kêroşk, kêrîşk, kêrûşk, kêrvoşk, kêrvûşk, kêrwîşk, kêvrîş, kêvrîşik, kêvrîşk, kêvroşk, kêvrûşk, kêwîşk, kêwrîşk, kêwroşk, kêwrûşk, kiroşk, kirvoşk, kivrûşk, kîloşk, kîrgo, kîrgok,kîrgoşk, kîrîşk, kîroş, kîroşk, kîvroşk, kîwroşk, korgî, kwêrgî, xergoş, xergûş)

Wekî li jorî jî hatîye destnîşankirin 47 navên wî heywanî hene û wan wekî standart “Kerguh” qebûl kirîye.

** Derveyî hemî nîqaşên standartkirina kurdî ku gelek nêrînên cuda hene di vî warî da.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bername û çalakîyên yadkirina Mehmet uzun dîyar bûn

Weşana paşê

Du endamên Platforma Ciwanên Serbixweyê hatin berdan

Te hay ji vê heye?