HÛDA PARê çend kursî bi dest xistine?

Di hilbijartinên 14ê Gulanê da, li gorî encamên ku fermî nehatine ragihandin, 3 endamên Partîya Doza Azad (HÛDA PAR) kursîyên parlamenterîyê bi dest xistine.

Berbijêrên HÛDA PARê yên ku di lîsteyên AK Partîyê de ketibûne hilbijartinê, Serokê HÛDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ji Stenbolê, Şehzade Demîr ji Dîlokê û Faruk Dînç jî Mersînê wekî parlamenter hatine hilbijartin.

Berdevkê HÛDA PARê Serkan Ramanlî yê ku li Êlihê berbijêr bû nikarî dengên pêwîst bi dest bixe û bibe parlamenter.