Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

HÛDA PAR: Ger Tifaqa Miletî bi ser bikeve wê Kurd vegerin salên 90î

04/05/2023

Ji Hilbijartina Serokkomarîyê û ya Parlamenteriyê a Serdema 28an ku dê di 14ê Gulana 2023yan da bê lidarxistin 10 roj mane.

Partîyên sîyasî propagandayên xwe yên dawî dikin.

Partîya Doza Azadê (HÛDA PAR) eşkere kiribû ku ew ê pişgiriyê bidin Erdoganî. Her wiha li sê bajaran jî ji lîsteyên AKPyê namzetên wan yan parlementerîyê hene.

Partî ev demeke ye bi gotinên xwe yên di derbarê Kurdan da ketiye rojevê. 

Li gor Alîkarê Serokê Giştî yê HÛDA PARê Şeyhmus Tanrikûlûyî ji ber gotinên wan yên di derbarê kurdan da ew hedef tên nîşandan. 

Li ser pirsgirêka kurdan û mijarên tên miraqkirin me ji Tanrikûlûî pirsî.

“AKPyê ji bo kurdan gavên wekî şoreşgerî avêtine”

Li gor nêrîna Tanrikuluî heta desthildariya AK Partîya an jî heta 2002yan her zilm li kurdan hatine kirin û Kurd hatine perçiqandin.

Ew dibêje, “Her çiqas HDPyê qebûl neke jî AKPyê ji bo kurdan gavên şoreşgerî avêtine.”

“Divê di zagona Tirkîyeyê da maf û navê kurdan jî hebin”

Partîya ku di demên dawî da bi gotinên xwe yên li ser kurdan derdikeve pêş ji bo pirgêrêka kurdan jî hin pêşnîyarên wan hene.

Şeyhmus Tanrikûlû dibêje;

Divê Kurd bibin xwedî statu û hebûna kurdan di zagona Tirkîyeye da bi resmî bê naskirin.

Di zagona niha da tenê pênaseya Tirk û Tirkbûnê tê kirin. Divê zagon bê guhertin.

Zimanê resmî yê Tirkîyeyê erê Tirkî ye. Lê belê divê kurdî jî wekî zimanê duyem bê naskirin û di zagonê da bên nivîsîn.

Divê di warê îdarî da rêveberîyên herêmî an bi hêzkirina şaredariyan xaleke girîng e.

Şeyhmus Tanrikûlû

“Ger Tifaqa Miletî bi ser bikeve wê Kurd vegerin salên 90î

Li gor Şehmus Tanrikuluî ger Tifaqa Miletî bi ser bikev dê hemû destkeftiyên kurdan ji dest biçin û Kurd vegerin salên 90î.

Tanrikuluî diyar dike ku ger Tifaqa Miletî bibe desthilatdar wê TRT Kurdî bê girtin û zimanê kurdî wê li rojname, kovar û malperan bê qedexe kirin.

“Ji ber em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin kemalîstên di nava CHPyê da me hedef nîşan didin. Dê vana çi bidin kurdan. Niha HDP û Kandîl jî piştgiriya Kiliçdarogluî dike. Lê ger ew bibin desthilatdar wê Erdogan bi findê bigerin.”

Şeyhmus Tanrikûlû

“Ez jî ji doza Hîzbullahê ketim girtîgehê”

Li ser pirsa me ya gelo têkiliya we bi Hîzbullahê ra heye an na? Tanrikulu vê bersivê dide;

“Têkilîya me ya bi Hîzbullahê ra nîne. Muxalefet dixwaze wekî ku têkilya me bi Hizbullahê ra heye nîşan bide. Ez ji doza Hîzbullahê ketime girtîgehê û derketim. Min cezayê xwe kişandiye û niha sîyasetê dikim. Keseke nikare me mehkum bike. Niha di nava HDPyê û TÎPê da gelek kes hene ku ketine girtîgehê û derketin û niha wekîl in. “

Şeyhmus Tanrikûlû

Partî çi wextî hatiye damezrandin?

Partiya Doza Azadî, (Hûda Par) di 19ê Kanûna  2012an de hatiye damezrandin.

Serokê giştî ya Huda Parê ya niha Zekeriya Yapıcıoğlu ye.

Patî ji lîsteyên AKPyê bi 4 namzetan dê bikeve hilbijartinên 14ê Gulanê. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û