Partiya  Doza Azad (Huda-Par), ku 2012an de hatiye avakirin, dê 10 saliya xwe pîroz bike.

Mêldarên Huda-Parê dê îro Duşemê di saet 19:00 de li Sezai Karakoç Kongre Merkezî ya Dîyarbekir kom bibin.

Huda-Par xwe wekî partiyeke Kurdî û Îslamî bi nav dike.

Wê partîyê di hilbijartinên 2018an de, ji bajarên Kurdan herî zêde li Rihayê deng sitandibû, lê bi 13, 544 dengên ji wir nikaribû bikeve meclîsê.

Hêjayî bîrxistinê ye, Huda-Parê di hilbijartinên serokomariyê yên 2018an de piştgirî dabû berbijarê Tifaqa Komarî Recep Tayyîp Erdogan.