Hozan Aydin rakirine nexweşxaneyê

20/11/2024

Hunermend Hozan Aydin li Berlînê krîza dilî derbas kirîye, ew rakirine nexweşxaneya DRK Kopenickê û anjîyo kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê gotin ku Aydin pêr krîza dil derbas kirîye û rakirine Nexweşxaneya DRK Köpenickê.

Tesbît bûye ku 3 demarên Aydin xitimî ne. Piştî tetkîkên li nexweşxaneyê, Aydin anjîyo bûye. Bijîşkan daye zanîn ku xetereya jîyanî ya li ser Hozan Aydin rabûye lê ji ber ku demarên wî hêj xitimî ne, rewşa wî krîtîk e. Tedawîya Hozan Aydin didome. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îran – Çalakvana xwe tazî kiribû, serbest berdane

Weşana paşê

Platforma Jinan a 25ê Mijdarê: Li dijî tundkariya mêran li Tunela Taksîmê bin