Hollanda kûçîkên poz kinik û pisîkên guhbadayî bi temamî qedexe dike

Hollanda kûçîkên poz kinik û pisîkên guhbadayî bi temamî qedexe dike
Hollanda kûçîkên poz kinik û pisîkên guhbadayî bi temamî qedexe dike
Botan Times
  • 25 Ocak 2023 09:07

Kûçikên poz kurt û pisîkên guhên wan badayî ku ji ber awirên xwe yên xweşik ji hêla gelek mîrovan ve tên hezkirin û tercîh kirin ji aliyê hikûmeta Hollandayê ve bi tevahî tê qedexe kirin.

Hikûmeta Holandayê bi vê biryarê dixwaze êş û azarên wan heywanan ku ji ber xweşikayîya xwe pê re rû bi rû dimînin dûr bixe.

Li Hollandayê di sala 2014an de cotkirina ajalên ku ji ber xweşîkayîya xwe zerarên fizikî ditine hatîbû qedexekirin. Kuçikên ku devê wan ji nîvê serê wan kurtir in destûr nayê dayîn ku zêde bibin.

Lê hîna jî bi qaçaxî bazirganiya kûçikên pozê kurt û pisîkên guh badayî tê kirin û gelek kes van heywanan li malê xwedî dikin. 

Wezîrê Çandiniyê Piet Adema daxuyand ku xwedîkirina van heywanan li malê, bazirganiya wan û nîşandana wan di reklam û fîlman da dê bi tevahî dê bê qedexe kirin.

Adema diyar kir ku rewşa van heywanan ne tenê wek wezîr di heman demê de wek însan jî wî aciz dike û dibêje, “Tenê ji ber ku em wan ‘bedew’ û ‘şêrîn’ dibînin em jiyana wan heywanên bêguneh xera dikin.”

Çavkanî: BBC Turkçe