Hobbit êdî bi kurdî ye

20/10/2023

Kitêba J.R.R Tolkien ya bi navê Hobbit bo kurdî hate wergêran.

Nivîskar û wergêr Samî Hezîl, kitêba J.R.R Tolkien ya bi navê Hobbit ji ingilîzî wergerandîye Kurdî û Weşanxaneya Lîsê jî ew çap kiriye.

Hezîl, ku ji bo bernameyeke taybet li Amedê bûye, ji Dengê Amerîka re gotîye ku wî di sala 2014an de biryar daye ku kitêbên Tolkien wergerîne û Hobbit berhema yekê ye.

Lê, Hezîl ji ber telîfê anku mafê kopîraytê bi salan mecbur maye ku wî karî bisekinîne. Telîfa kitêbê li ba Weşanxaneya Harper Collinsê ye, lê vê kompanîyê nexwestîye telîfê bide zimanê Kurdî.

“Sedem jî ev bû ku gotin hûn telîfê ji bo çend kopîyan dixwazin. Min got em ê du hezaran çap bikin. Bi awayekî henekî bersîv dan û gotin jixwe em di binî sed hezar kopîyan de telîfê nadin.’’

Piştî wê bersîva neyênî Hezîl bi Sazîya Tolkien Estate re peywendî danîye û ji wan re behsa rewşa weşangerîya Kurdî û hejmara xwendevanan kiriye.

“Min got ji bo meseleya Kurdî divê bi çavê bazirganîyê li wê nenêrin. Wê sazîyê got ku ewê bi Weşanxaneya Harper Collîns re tekilî deynin. ‘’

Hezîlî bi alîkarîya Ajansa Akcali mafê çapkirina hezar kitêban wergirtîye.

Ji bo dewama xwendina hevpeyvîna li VOAyê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha

Hejmara 37em a kovara Dilopê derketiye

Kovara Dilopê ya ku bi tirkî û kurdî tê weşandin, bi hejmara