Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hirant Dînkê ji beriya 16 salan hatibû kuştin kî ye?

19/01/2023

Hirant Dînk dê di salvegera 16ê ya kuştina wî de li cihê hatî kuştin bê yadkirin. Dînk, 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007ê, li ber derê ofîsa rojnameya Agosê seet 15:00ê li bajarê Stenbolê hatibû kuştin.

Doza kuştina Hrant Dînkî 14 salan dewam kir. Di dozê de 37 kes hatine beraetkirin. Ji ber kuştina Dînkî kesek bi navê Yasîn Hayal 7,5 û kesek bi navê Ogun Samast jî 2,5 sal cezayê girtîgehê standiye.

Li ser navê Hirant Dînkî weqfek hatiye avakirin.

Hirant Dînk, wêne: bianet

Hirant Dînk kî ye?

Hrant Dink di sala 1954an de li Meletiyê ji dayik bûye . Bavê wî li navçeya Gurûn a Sêwasê û dayika wî Gulvart li navçeya Kangal a Sêwasê ji dayik bûye û mezin bûye. Dê û bavê wî di sala 1961ê de piştî ku koçî Stenbolê kirin, hevdu berdan. Hrant û du birayên xwe li Yetîm-Dera Ermeniyan a li Gedîkpaşayê hatin bicihkirin .

Di vê navberê de, Dînk di bin bandora siyaseta çep a Tirkiyeyê de maye û li ser xeta Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst dest bi siyasetê kiriye ..

Xwendina xwe ya amadeyî li Lîseya Ermeniyan a Surp Haç Tibrevankê xwendiye. Piştî qedandina lîseyê, li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Zanistê, Zoolojî xwend. Piştî demekê, ew bi Rakelê re zewicî ku bi wê re di sêwîxanê de mezin bûbûn.

Dema ku bi birayên xwe re karê weşangerî û kirtasiyeyê didomand , bi hevjîna xwe Rakelê re dest bi rêvebirina Kampa Zarokên Ermenî ya Tûzlayê kir.

Tê de zarokên ji Anatoliyê yên wek wan sêwî û feqîr mezin bûn. Dewletê 21 sal piştî vekirina kampê desteser kir.

Di hin rojnameyan de bi nirxandinên pirtûkan dest bi karê nivîskariyê kir.

Wî ji Patrîkxaneya Ermenî ya Stenbolê re pêşniyar kir ku ji bo vê yekê rojnameyek bi tirkî û ermenî derxîne û got: “Civaka ermenî pir girtî dijî, eger em xwe baş rave bikin dê pêşdarazî têk biçin” .

Damezrîner, berpirsiyar û sernivîskarê rojnameya Agosê bû ku hejmara wê ya yekem di 5ê Nîsana 1996an de derket.

Ji xeynî Agosê di rojnameyên Zaman û Birgûnê de nivîsî. Dinkî di nivîsên xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê her civakek etnîkî li Tirkiyê di nav aramiyê de bijî .Wî her wiha got ku divê civaka ermenî ji xeynî patriarkaniyê navendeke sivîl hebe.

——————-

Çavkanî: Wikipedia Tirkî, Arti Gerçek, Weqfa Hirant Dînkî, bianet

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan