Hema zêde dûr neçin, rawestin û li derdora xwe binêrin. Çi piçûk û çi jî mezin, hûn dê bikaribin çiyayekê, golekê, behrekê û belkî giravekê jî bibînin. Bi rastî jî cîhana me ji vî alîyî ve gelekî dewlemend û pirreng e. Çiyayê herî bilind, gol û qeşayên her mezin li ku derê ne? Kêm zêde li ser wan hin fikrên me hene. Lê îhtimaleke mezin e ku hin agahîyên me yên derbarê wê mijarê da xelet bin. Di malpera Explored Planetê da bersiva wan pirsan dane. Ka em binêrin derbarê erdnîgarîya cîhanê da em çi xelet û çi rast dizanin?
Gelo Everest çiyayê herî bilind ê cîhanê ye?
Hema hema herkes çiyayê Everestê wekî çiyayê herî bilind ê cîhanê dizane. Lê çiyayê Mauna Keayê ku li Hawaiiyê ye, 3,000 metre ji çiyayê Everestê bilindtir e.
Li Filipînê zêdetirî 7600 giravan hene
Ji ber ku li Filipînê gelekî girav hene, kêm zêde em dizanin ji alîyê giravan ve welatekî dewlemend e. Lê giravên li Filipînê ji texmîna me gelekî zêdetir in. Li gor lêkolînên berdest li Filipînê zêdetirî 7,107 givar hene.
Alaska hem li herî rojhilat hem jî li herî rojavayê Amerîkayê cih digire
Dema em nexşeya cîhanê raçav dikin, em pêşî dibînin ku Alaska li rojavayê Amerîkayê dimîne. Belê, ev rast e, Alaska di heman demê da li rojavayê Amerîkayê dimîne. Ev yek mimkûn e, ji ber ku ber bi alîyê rojavayê ve dirêj dibe û di heman wextê da digihe nîvgiroverê (hemisphere).
Li Rûsyayê şev û roj di heman wextê da ne
Ev agahî di destpêkê da mirov diheyirîne, lê bi rastî jî wisa ye. Erdê Rûsyayê gelekî mezin û berfireh e û dema alîyekî Rusyayê sibehê heftê taştêya xwe dikin, alîyê din yê Rûsyayê jî heftê êvarê xwarina êvarê dixwîn.
Zinara herî mezin ya cîhanê li Avusturyayê ye
Her çiqas navê vê zinarê Mount Augustus (Çiyayê Augustusê) be jî ev di eslê xwe da ne çiya ye, ber’eks zinara herî mezin ya cîhanê ye. Li Outbacka Awisturyayê ye û bilindahîya wê 2300 e û ji 100 kîlometreyan ve tê dîtin. Emrê vê zinarê 1650 sal e.
Şam bajarê herî kevn û zindî yê cîhanê ye
Dema em behsa bajarên herî kevn yên cîhanê dikin piranîya me yekser dibêje Misir an jî Atîna. Lê belê bajarê Şamê yê Surîyeyê bajarê herî kevn ê cîhanê ye. Ji 11000 sal vir ve jîyan li vî bajarî heye.
Çola Sahrayê ji bilî germbûna xwe bi sermaya xwe jî navdar e
Em hemû çola Sahrayê bi germbûna wê nas dikin. Sahra cihê herî germ ê cîhanê ye. Pileya germîyê ji 136ê derbas dike. Ji ber vê germahîya zêde mirov difikire ku li wir qet berf nabare, lê ne wisa ye. Belê nav rojê ji 86ê pileyan dibore. Dema dibe şev jî dikeve bin 26ê. Di 40 salên dawîyê da sê caran berf li wir barîyaye.
Axa parzemîna Afrîkayê li çar parzemînan heye
Afrîka hem parzemîna duyem a herî dirêj û hem jî ya herî qerebalix e. Ev agahî ewqas ne ecêb e ji bo miroavan, lê Afrîka di heman demê da tekane parzemîna cîhanê ye ku li bakûr, başûr, rojava û rojhilatê cîhanê cih digire. Ji 54 welatan pêk tê û welatê herî mezîn ê Afrîkayê jî Cezayîr e.
Wergera ji ingilîzî Yonca Sarsılmaz