“Hinar”a Rewşanê dê roja Înê derbikeve!

14/10/2024
Foto: Senanur Akıl

Hunermend Rewşanê roja derketina albûma xwe ya nû aşkera kiriye. Ev albûma bi navê “Hinar”ê dê di 18ê Çirîya pêşînê de, roja Înê li ser platformên dîjîtal bê belavkirin.

Naveroka albûmê

Albûma “Hinar” ji 9 stranan pêk tê û Rewşanê bi xwe gotinên hemû stranan nivîsandine. Piranîya muzîkên wan jî aîdê wê ne. Albûm mijarên gerdûnî yên wekî evîn, hêvî, êş, bêçarî û xwebûnê dihewîne.

Amadekirina albûmê

Qonaxa amadekirina albûmê, nivîsandina stranan û amadekirina besteyan di demên cida yên jiyana Rewşanê de pêk hatiye. Aranjekirina stranan, studyo û mix-mastering li Stenbolê 2 salan dom kiriye.

Beşdarên albûmê

Aranjeya albûmê ji alîyê pirînstrumanîst Hakan Gürbüz ve hatiye çêkirin. Gelek muzîkjenên navdar di vê albûmê de cih girtine. Di nav wan de Cenk Erdogan, Ediz Hafizoglu û Elîf Dikeç hene. Evren Arkman jî berpirsîyarê mix û masteringê ye.

Alîyê dîtbarî

Dizayna berga albûmê bi wêneyên Senanur Akıl ji alîyê Better Thingsê ve hatiye amadekirin. Gökçe Karaaslan û Şeyma Erikçi jî li ser stîlê xebitîne.

Belavkirin û konsera danasînê

Albûm dê bi rêya Believe bi awayê dîjîtal û ji alîyê Aynalı Record ve wekî plak jî bê weşandin. Konsera danasîna albûmê dê di 15ê Çirîya paşînê de li Volkswagen Arena ya Stenbolê pêk were.

Xwediyên kedê

HINAR – Album Nasname
Çêker: Rewşan
Arrangement: Hakan Gürbüz
Gitar: Cenk Erdoğan
Dehol: Ediz Hafızoğlu
Kopuz-Gitar: Emre Ay
Keyboards: Elif Dikeç
Percussion: Ali Emre Algir
Trompet: Barış Doğukan Yazıcı
Zirne-Bilur: Serkan Yıldırım
Bas- Elektrik/Akustik Gitar-Key-Ud: Hakan Gürbüz
Vokalên Paş: Rewşan – Hakan Gürbüz
Mix-Mastering: Evren Arkman
Qeyd: Aynalı, Undo, Harem’s Sound, Studio Koma
Artwork & Concept Design: Better Things
Fotografkêş Senanur Akıl
Styling: Gökçe Karaaslan
Make-up & Por: Şeyma Erikçi
Management: Cansın Angı

Rewşan kî ye?

BT

Rewşan, hunermendekê li Stenbolê dijî, kemanjen, bestekar û berhevkar e. Di demên
borî da li nav gelek proje û xebatên muzikî de cih dirtiye. Rewşan di sala 2018’an bi
albûma “Ax Lê Wesê” dest bi karîyera xwe ya solo kir. Salên li dû, bi stranên nû û bi
berhevkariya stranên kevin li nav cîhana muzîkê da ciheke giring girt. Di sala 2020î bi
albûma xwe ya Tov, li nav lîsteyên muzika world ya cîhanê da hate ecibandin.
Par 2 albûmên serkeftî ku ji performansên zindî pêk dihat parve kir. Vîdeoyên van
albûmên bi navê “Live Session Vol’1” û“ “Live Session Vol’2” bi mîlyonan hate
temaşekirin. Di sala 2023î Rewşan li Festîvala Eldfestenê ku ji aliyê National Touring
Theatre hatibû sazkirin, performanseke bi navê “”Call For Freedom” pêk anî. Di heman
salî de turneya xwe ya yekemîn a Ewropayê li bajarên Rotterdam, Bern, Köln, Essen ve
Frankfurtê bi awayeke serkeftî çêkir û li gelek bajaran bilêtên wê qediyan.
Rewşan, li konserên xwe da hestên kûr ên guhdarên xwe radike piyan. Bi xebatên xwe
yê muzîkal pireke din di navbera çanda Kurdî û muzika hemdem da ava dike. Bi vî
awayî fûzyoneke gerdûnî pêşkeşî guhdarên ji hev cuda dike. Hunermend, bi
orkestrayeke bi qabiliyet, li welat û derveyî welat konserên xwe didomîne.

Rewşan Discography


Live Session Vol. 2, (Bostancı Gösteri Merkezi) Album, 8 Track, 2024
Mala Te li Kêrê Ye, Where is Your Home, Single, 2023
Live Session Vol. 1, (İzmir Concert) Album, 12 Track, 2023
Dîlo Malê Min Dîlo, My Heart is My House, Single, 2022
Yarê, My Darling, Single, 2022
Xuçê, Sister, Single, 2022
Kavir, The Lamp, Single, 2022
Şalik Şînokê & Mayro, With Blue Scarf & Mayro, Single, 2021
Tov, The Seed, Albüm, 10 Track, CK Music Production, 2020
Destmala Min, My Handkerchief, Single, 2019
Bingol, Single, 2019
Azizakam, My Dear, Single, 2019
Kirasê Te, Your Dresses, Single, 2019
Ax Lê Wesê, Oh Wesila, Album, 8 Track, 2018


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Lehengê tiştên asayî, Gênco bûye xêze-roman

Fîlma Alî Kemal Çinarî ya bi navê Gênco ya sala 2017an derketibû