Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Fransa dibêje qesta êrîşvanî nijadperestî ye

24/12/2022

Dozgerê Parîsê Luare Beccuau ser êrîşa roja Înê li paytexta Fransayê lidarketî dîyar kir ku êrîşvanî par jî êrîşeke nijadperest kiriye.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo ser êrîşîvanî got ku ‘’rastigirekî tundrê’’ ye.

Di êrîşê de, ku li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ketibû, 3 kes hatibûn kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûbûn ku hemî Kurd bûn.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron êrîş şermezar kir û dîyar kir ku Kurd li goveka Parîsê bi xayînî hatine kuştin.

Macron ferman da mudirê emnîyetê ku bi rêberên Kurdan re bicive.


Jêderên Botan Timesê didin zanîn ku îro Şemîyê bi sedan Kurd li Meydana Le Republic ya Parîsê bo protestoyan kom bûne.

Karbidestên Fransayê dibêjin hîn ne zelal e ku êrîşvanî xwestiye ku bi taybetî Kurdan bikuje yan ne, li Kurdên ji roja Înê ve li Parîsê kom dibin, sloganên wek ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Kurdistan goristan jibo faşistan’’, ‘’Qatil Erdogan’’ û ‘’Jin jîyan azadî’’ dibêjin.

Hin Kurd ser êrîşê rasterast Tirkîyê sûcdar dikin û dîyar dikin ku karbidestên Fransayê berevanîya komên Kurdan nakin.


Hêjayî bîrxistinê ye, li Parîsê, di êrîşeke çekdarî ya sala 2013yan de, ji pêşengên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz jî di nav de 3 jin hatibûn kuştin.

Kurdên bo şînê diçin cîhê êrîşa li Parîsê, li Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya di wê salonê de kom dibin ku nav Salonê Konferansê ya Sara Rojbîn Ronahî ye. Ev navên maqtulên êrîşa sala 2013yan in.

Ser êrîşa roja Înê, bergumanekî 69 salî hatiye desteserkirin. Berpirsên ewlekarîya Fransayê dîyar dikin ku êrîşvan makînîstekî karkenar û wî par, di 8ê Berfanbarê de bi şûrekî êrîş biriye ser kampeke koçberan.

Dozgerîya Parîsê dide zanîn ku êrîşvan par bi hewildana kuştinê hatiye tawanbarkirin û girtin, lê heta niha nayê zanîn ku ew çima hatiye berdan.

Foto: Kubra Sagir – Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan