Qeyrana aborîyê dê di tûra duyem da tesîr li dengê Kurdan bike?

Qeyrana aborîyê dê di tûra duyem da tesîr li dengê Kurdan bike?
Qeyrana aborîyê dê di tûra duyem da tesîr li dengê Kurdan bike?
Gulistan Korban
  • 22 Mayıs 2023 19:25

Tirkîye di cîhanê da di nav welatên nepêşketî da bûye yek ji welatên aborîya wê herî xirab.

Ji sala 2018an vir ve li welêt pêşî li bilindbûna dolarê nayê girtin. Lîreya Tirkan jî her diçe qiymeta xwe wenda dike.

Ji alîyê din ısrara kêmkirina faîzê yê Serokkomar Erdogan rê li ber bilindbûna enflasyonê vekir.

Li gorî daneyên fermî enflasyona par ji sedî 85 bû. Lê li gorî hesabên hin aborînasan ev demeke dirêj bû ji sedî 100î derbas bûye.

Berbijêrê Tifaqa Milletî Kemal Kiliçdaroglu jî herî zêde li ser xirabîya aborîyê ya li welêt rawestîya û vê anî ziman.

Lê li gel rewşa aborîyê di tûra yekem ya hilbijartinê serokkomarîyê da encamek derneket.

Xelk dê di 28ê Gulanê da ji bo dengdana tûra duyemîn cardin biçin ser sindoqan.

Hilbijêrên Kurd dê di tûra duyem da dengê xwe bidin kî? Qeyrana aborîyê tesîr li dengê wan kiriye an na?

“Feqîran feqîrtir, zengînan zengîntir kir”

Wêne: Beril Caymaz

Li gor Hecîyê 56 salî di tûra duyem da dê Kiliçdarolgu qezenç bike û dibêje, “Ew merîvekî durist e.”

Ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglu, ew nêzîkî kurdan e. Merîvekî durist e. AK Partî 21 sal in li ser karî ye ka çi kiriye. Feqîran feqîrtir, zengînan zengîntir kir. Em nikarin kîloyekî goştî bibin mala xwe. Kîloyeke pîvazan bûye 35 milyon, kartol bûye 25 milyon. Nanekî bûye 8 lîra welehî em nekarin nanekî bibin mala xwe.

Hecî

Mercan Bayika bi mûçeya herî kêm dixebite jî ji rewşa heyî ya aborîyê bêzar bûye.

Li gor wê ji bo kurdan û ji bo aborîyeka baş ya Tirkîyeyê divê Kiliçdaroglu bê hilbijartin.

Di tûra yekem da jî min daye, ez ê di tûra duyem da jî dengê xwe bidimê.

Em êdî nekarin bijîn. Ne demokrasî maye ne jî pere maye.”

Mercan Bayik

Welatîyeke ku di kolanên Amedê da digerîya û nexwest navê xwe eşkere bike jî dibêje;

Kî ji xelkê min û ji mileta min ra baş be ez dê dengê xwe bidim wî.

Li ser xirabîya aborîyê hemû kes wekî hev nafikirin. Hin hilbijêr jî di wê fikrêdane ku Erdogan ekonomîyê baş birêve dibe.

Li gor Zakîrê Bedlîsî jî li welêt qeyrana aborîye nîne û rewşa heyî gelek baş e.

Min dengê xwe da AK Partîyê. Em ji AK Partîyê memnun in. AK Partîya me baş e. Alîkarîya feqîran dike. Alîkarîya engelî û nexweşan dike. Xwedê jê razî be. Em dê îşallah di 28ê Gulanê da dîsa bidin cumhurbaşkanîyê xwe û em û di rêya wî da biçin.

Zakîre

Hilbijartina Serokkomarîyê a ku maye tûra duyemîn, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96, Sînan Ogan jî ji sedî 5,2û dengan stendibû.