Hilbijêrên ciwan ên ku dê li Tirkîyeyê cara yekem dengê xwe bidin çi dibêjin?

Hilbijêrên ciwan ên ku dê li Tirkîyeyê cara yekem dengê xwe bidin çi dibêjin?
Hilbijêrên ciwan ên ku dê li Tirkîyeyê cara yekem dengê xwe bidin çi dibêjin?
Gulistan Korban
  • 10 Mayıs 2023 12:59

AK Partî ji sala 2002yan vir ve li Tirkîyeyê desthilat e.

Zarokeka di wê salê de jidayikbûyî niha 21 salî ye.

Nêzîkî 4 milyon û 109 hezar kes ji sala ku AK Partî bûye îktîdar vir ve dê cara ewil di roja hilbijartinê da bibin xwedî gotin.

Alpayê 20 salî jî ji wan yek e. Êdî ji ber axaftina sîyasetê gelek bi hêrs û bi gazinc e.

Ka li hevalên me yên li ewropayê binêre û li me binêre. Zilam 20 sal in welêt bi rê ve dibe. Li welêt azadî nemaye. Ez naxwazin dengê xwe bidim tu kesî. Kî bibe îktîdar dê teqez ew jî biguhere.

Alpay

Wekî Alpay bi mîlyonan ciwan dê cara yekem biçin ser sindoqan.

Ev jî teqabûlê ji sedî 8ê hilbijêran dike.

Erdogan û Kiliçdaroglu bi sozên pakêtên înternetê yên bêpere û rakirina baca telefonan hewl didin bala dengderên nifşê Zyê bikişînin.

Lê ji bo ciwanên Kurd van sozan bê wate ne. Ew dixwazin bêtir azad bijîn.

Berfîna 20 salî jî di dema desthilatdarîya AK Partîyê da gihîştîye temenê dengdanê.

Ew ê dê cara yekem di 14ê Gulanê da dengê xwe bide.

Bi ya Berfînê êdî dema guherînê hatiye. Ji bo guhertinê jî dibêje ‘ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglu’

Ez ji pêşerojê bifikar im. Ger ez zanîngehê qezenç bikim jî ez ne bawer im ku karekî ji xwe ra bibînim. Ji ber wê divê êdî desthilatdarî biguhere.

Berfîn

Li gorî daneyan, dengên CHPyê li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde bûne.

Di nava ciwanan da jî ev rewş heman e. 

Hin ciwanên wekî Rojînê ku ji rewşa heyî ya aborîyê bêzar bûne çareyî di guhertina desthilatdarîyê da dibînin. 

Ez ne alîgirê CHPyê me lê ji bo aborîya welêt baştir bibe ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglu. Di hilbijartina parlementerîyê da jî ez ê bidim Partîya Çepên Kesk. Êdî bila hin tişt biguherin bes e.

Rojîn

Reha Rûhavîoglu: CHP di nava ciwanên Kurd da popûler bûye

Yek ji ankettên herî dawî yê Rawestê nîşan dide ku di nava ciwanên Kurd da dengên CHPyê zêde bûne.

Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Reha Rûhavîoglu ku bi Rawestê ra lêkolînan dike dibêje;

Di lêkolînên me yên di nava ciwanên ku dê cara yekem deng bidin da, YSP bi rêjaya sedî 43yan di rêza yekem da ye. CHP bi rêjeya sedî 23yan di rêza duyem da, AK Partî jî bi rêjaya sedî 19an di rêza dawî da ye.

Reha Rûhavîoglu

Li gor Rûhavîogluî berîya niha wan di vê lîsteyê da tew navê CHPyê ne didîtin lê niha di nava ciwanên Kurd da CHP popûler bûye.

5-6 sal in CHP diguhere û bi Kurdan re têkilîyeke dostane datîne. Ev yek jî bala ciwanên Kurd dikişîne.Her wiha di nava ciwanên Kurd da Îmamoglu popûler bûye. Gelek ciwan wî wekî Demîrtaş dibînin û piştgirîye didin wî.

Her wiha HDPyê jî bi gotin û nêzîkatîya xwe ra rê vekir ku Kurd, dengên xwe bidin CHPyê. Ev yek jî dengê partîyê li herêmê zêde kiriye.


Reha Ruhavîoglu