Hîn DEMê qerara xwe ya Stenbolê dîyar nekiribû Selahattîn Demirtaş hemleyek kir û xanima wî Başak Demirtaşê got ez dixwazim ji bo Stenbolê bibim namzeda DEMê. Ev hemleyeke muhîm bû, heke bimeşîya û bandora Demirtaşê li ser sîyaseta DEMê giran bibûya, îhtimalek mezin bû ku Başak Xanimê dengekî bilind bistanda û Îmamoglu têk biçûya. Yanî ew senaryoya ku DEMê dixwast bimeşe, hemleya Demirtaş karibû bixwe bimeşanda. Lê DEMê bi awirekî nazik Demirtaş red kir. Piştî vê, hem motîvasyona dengdêrên DEMê yên Stenbolê daket hem jî tevlihevîyek çêbû.
***
Li Tirkîyê ji hilbijartinên şaredarîyan re 15 roj mane. Herçiqas dê li der û doran hin şaredarî ji deste hineka biçin û hinekê din bi serkevin jî, çavê her kesî li Stenbolê ye. Ji ber ku di nav hilbijartinên şaredarîyan de ji bilî Stenbolê li derekê maneyek evqas sîyasî nîne.
Di serî de Erdogan bidestxistina vê paytextê kire meseleke bûn û nebûnê. Li alîye din ew bajar bixwe wekî dewletekê ye. Ya sêyemîn dengên ji HDP/DEMê dihatin kelecanîyek li ser vî bajarî bilind dikir. Niha muxalefet ji hev veqetîyaye û her çawa Îmamoglu çend gavan di pêş de be jî her kesî bala xwe daye Stenbolê û li benda grafîka şeva 31 Adarê ne.
Ez dê di vê nivîsê de, di çarçoveya hilbijartinan da, li ser sê partî û aktoran rawestim.
Stratejîya DEMê û tevlihevîya hişê dengdêran
Berê jî min li ser vê rûpelê nivîsîbû: HDPyê di hilbijartinên herêmî ya 2019an de li bajarên Tirkîyeyê Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya hwd. piştgirî dabû CHPyê û CHPyê şaredariyên li van bajaran bi dest xistibûn. Wê demê, serokê PKKê Ocalan nameyek ji HDPyê re şandibû û ji HDPyê re digot ku piştgirîyê nedin CHPyê, xeta xwe ya Sêyemîn (Üçüncü Yol) bidomînin. Ew banga Ocalan dihat wê maneyê ku eger HDPyê bi ya Ocalan bikira CHPyê nikaribû ew şaredarî dest bixistana. Ji ber ku ev bajar ji destên AK Partîyê derketin û Erdogan qeyûm ji bo şaredarîyên HDPyê tayîn kirin. Piştî hilbijartina 2023yan û têkçûna Kiliçdaroglu, rayên HDPyê jî daketin û HDP vegerîya ser sîyaseta xwe.
Bi vê yekê îhtimalek derket holê ku HDP û Erdogan li hev bên. Yanî HDP/DEM li Stenbol, Enqere, Edene, Antalya û Mêrsînê namzedan derxe û dengên xwe li ba xwe biparêze û Erdogan van şaredarîyan bi dest bixe. Li hember vê jî Erdogan temînatê bide ku qeyûman ji bo şaredarîyên kurdan tayîn neke. Ji ber ku di vê senaryoyê de her du alî jî hin serkeftinan bi dest dixin û ji ber ku DEMê çend caran sînyal dane Erdogan ku nîyeta wan heye li ser senaryokeke wisa li hev bikin, ev senaryo çend mehan pir hate niqaşkirin. Lê deng ji Erdogan nehat. DEMê jî berê xwe da muxalefetê û got em dê li bajarên Tirkîyê li hevahatinên bi navê “kent uzlaşısı” bigerin. Lê di vê stratejîyê de an tevlihevîyek heye an jî meşandina stratejîyê hişê dengdêrên kurd tevlihev kir.
Hîn DEMê qerara xwe ya Stenbolê dîyar nekiribû Selahattîn Demirtaş hemleyek kir û xanima wî Başak Demirtaşê got ez dixwazim ji bo Stenbolê bibim namzeda DEMê. Ev hemleyeke muhîm bû, heke bimeşîya û bandora Demirtaşê li ser sîyaseta DEMê giran bibûya, îhtimalek mezin bû ku Başak Xanimê dengekî bilind bistanda û Îmamoglu têk biçûya. Yanî ew senaryoya ku DEMê dixwast bimeşe, hemleya Demirtaş karibû bixwe bimeşanda. Lê DEMê bi awirekî nazik Demirtaş red kir. Piştî vê, hem motîvasyona dengdêrên DEMê yên Stenbolê daket hem jî tevlihevîyek çêbû. Piraniya dengdêran got qey partî dixwazê Îmamoglu bi ser keve, lowma Başak Demirtaş nebûye namzed. Lê DEMê wekî namzed Meral Daniş Beştaş dîyar kir. Tevlihevî ew e ku Meral Xanim herçiqas, bi qasî Başak Xanimê ne populer be jî ne namzedeke ji rêzê ye. Ya din jî, DEM û CHPyê li çend navçeyan li hev kirin. Esenyurt yek ji wan e. Dema li Esenyurtê li hev dikin meriv dibêje qey DEM ji wextekî şûnde dê vekişe û berde ku rayên DEMê ber bi Îmamoglu ve biçin. Lê DEMê ji ber Stenbolê qlîbek parve kir û namzed dibêjin “dengê xwe bidin xwe”. Meral Xanimê jî li ser ekranên Haberturkê ev dubare kir. Ger dengdêrên DEMê dengê xwe bi temamî bidin DEMê û Îmamoglu têk biçe, çi mane dimîne ku Esenyurt û hin endamên meclîsa Stenbolê kotenjana DEMê bin? Ger hûn bixwazin Esenyurt kontenjana we be û bi şaredarîya bajarê mezin re di senkronîzasyonê de be, divê her du bi hev re bi ser kevin. Ji ber vê yekê jî bi qasî ez dibînim hişê dengdêran ne zelal e û tevlihevîyek heye.
Hêvîya Erdogan û faktorên hêvîşikestinê
Ew senaryoya ku di navbera Erdogan û DEMê de lihevhatinekê dide ber xwe, bi ya min ne bi destê DEMê ne jî bi destê Erdogan nemeşîya. Ger Erdogan qebûl bikira îhtimaleke mezin bû ku ew senaryo bihata meşandin. Baş e, çima Erdogan deng neda vê bangê û rû neda vê senaryoyê.
A yekem Erdogan bi sîyasetâ qeyûman têkîlîyên di navbera DEM û alîgirên partîyê de qetandine û partî lawaz bûye. Ger Erdogan deng bida, rû bida vê senaryoyê DEM dê dîsa xurttir bûba û ev ne bi dilê Erdogan e. Ya duyem Erdogan nihêrî ku CHP, di nav xwe da, bi xwe ketîye û lawaz bûye. Di navbera CHP û ÎYÎ Partîya Meral Akşenerê da jî problem hene. HDP jî ji quwetê ketîye. Yanî mixalefet bi derdê xwe ketîye û ji hev belav bûye. Îhtîmalek heye ku Erdogan got “ez dê bêyî piştgirîya kurdan bi ser kevim” û tifaq qebûl nekir.
Lê li alîyekî Yeniden Refahê piştgirî neda AK Partîyê û ji rayên wan du-sê point daxist. Li alîyê din gelek dengdêrên ÎYÎ Partîyê û herî kêm nîvê dengdêrên DEMê berê xwe dane Îmamoglu. Ya sêyem namzedê Stenbolê Murat Kurum ne namzedekî xurt e ku karibe pişta Îmamoglu li erdê bixe. Kampanyaya wî baş nameşe, enerjîya wî kêm e û nade xuyakirin ku bikare ji heqê Stenbolê were der. Faktoreke din a girîng ev e ku herçiqas muxalefet têkçûbe jî li Stenbolê, li pêş e. Yanî ji 2017yan vir ve li Stenbolê dengên li hemberî Erdogan ji yên piştgirên wî zêdetir in. Ji ber van faktoran li gor rapirsîyên Stenbolê hê jî Îmamoglu li peş e. Ev jî hêvîya Erdogan dişkîne û li çareyan digere. Ger ev du hefteyên mayî Erdogan danekeve qadê, zor e ku Murat Kurum bi ser keve.
Îmamoglu: Li duryana serokkomarî û têkçûnê
Ev hilbijartin ji bo kê çiqas muhîm be jî, bo Îmamoglu ji her tiştî muhîmtir e. Gelek analîz dibêjin ku Îmamoglu bi ser keve bi îhtimaleke mezin ew dê di hilbijartinên 2028an de bibe namzedê serokkomarîyê û dê bi ser keve jî. Herçiqas çar sal demek pir dirêj be jî rewş ber bi wir ve ye. Li aliyê din ger Îmamoglu bi ser nekeve, belkî ev têkçûn wî ji qada sîyasetê temamen vekişîne. Yanî duryana ku li ber Îmamoglu ye, ji duryana herkesî zortir e. Lê îhtimala biserketîna wî ji îhtimala têkçûyînê bi hêztir e. Ew faktorên ku min behs jê kir û ji bo Erdogan negatîf in, ji bo Îmamoglu faktorên pozîtîf in. Faktoreke din jî ew e ku ên bixwazin Erdogan hêza xwe zêdetir neke û di nav Erdogan û muxalefetê de balans hebe, dê meyla xwe bidin ser muxalefetê.
Herçiqas ÎYÎ Partî û DEMê namzedên xwe derxistibin jî meyla gelek dengdêrên van partîyan ber bi Îmamoglu ye. Li alîyê din -jê hez bikin an nekin- sîyasetmedarekî jêhatî û jîr e: Çi kir çi nekir li Stenbolê konsensusek bi DEMê re pêk anî. Sekna wî ya li hember gotina Burcu Koksala nijadperest, av reşand dilê piranîya kurdên Stenbolê ku sekna Özgür Özel ew tatmîn nekiribûn. Ji ber ku ji bakurê Tirkîyê, ji qeraxa behra reş e, şansê wî jî heye. Reqîbê wî ji Qonyayê ye û îhtimal heye hemwelatîyên Îmamoglu yên ku alîgirên Erdogan in ji bo bakurîya wî deng bidin wî. Ji ber van faktoran jî Îmamoglu çend gavan li pêş Kurum e. Lê hê Erdogan daneketîye qadê û ew benê di navbera Îmamoglu û dengdêren partîyen din jî ne pir zexm e, krîz an jî faktorên nû derkevin, rewş dikare biguhere. Ji ber vê yekê jî çavê her kesî ji bajarê xwe zêdetir li Stenbolê ye.
Yanî ji bo Îmamoglu îhtimala biserketinê ji ya têkçûnê mimkuntir e lê herçiqas panzdeh roj mabin jî rêya wî zor e, pira ku li ser dimeşe mîna pira Siratêye, wekî devê şûrî ye.