Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

ZINDÎ – Hilbijartinên birêvebirîyên şaredarîyan – 2024

31/03/2024

31ê Adarê li hemî bajar û navçeyên Tirkiyeyê ji bo birêvebirîya şaredarîyan hilbijartin dê bê kirin.

Hilbijartin dê li 81 bajar, 973 navçe û 390 beldeyan bê kirin. Di hilbijartinê de 34 partî dê rikeberîyê bikin.

Milyon û 32 hezar û 610 ciwan dê cara yekê dengê xwe bidin.

12:21 – Amed, Sûr

GGC: Di hilbijartinê de rojnamegeran ji çekdaran biparêzin

Komeleya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî (GGC) bi daxuyanîyekê eşkere kiriye ku li gundekê Amedê dema ji bo mixtarîyê pevçûna çekdarî çêbûye, bi çekan êrîşî rojnamegeran jî hatiye kirin.

GGCyê ji rayedaran xwestiye ew rojnamegeran biparêzin.

https://www.ggc.org.tr/acil-cagri-gazetecilerin-can-guvenligini-saglayin/

12:15 – Amed / Sûr

Rûdaw: Di pevçûnên ji bo mixtarîyê de kesek hatiye kuştin û 11 kes birîndar bûne

Li gorî agahiyan, dema li Cirnikê dengdanê berdewam dikir du grûp bi dar, kevir û çekan pev çûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, kesek hat kuştin û 11 birîndar hene.

12:00 – Enqere

Serokê Lijneya Bilid a Hilbijartinan: Ne mimkin e, cihê ti kesê guherîbe!

Serokê Lijneya Bilid a Hilbijartinan, Ahmet Yenerî diyar kiriye ku heta niho ti kesên cihê wan ê hilbijartinê hatî guhertin nehatiye tespîdkirin û ne mimkin e tiştek welê hebe.

11:54 – Amed

Ekspres: Li navçeya Sûrê di pevçûnên hilbijartinê de gelek kes birîndar bûne

Li gor nûçeya rojnameya herêmî ya Amedê, Ekspres Haberê li gundekê navçeya Sûrê ya Amedê ji ber hilbijartinê pevçûn derketine û gelek kes birîndar bûne.

11:40 – Şirnex

Dem Partî: Cihê dengdanê yê leşkeran hatiye guhertin

Wekîlên Dem Partîyê îdia kirine ku li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg û Amedê cihê dengdanê yê leşkeran hatiye guhertin. Wekîlan ji bo piştgirîya vê agahîyê biki vîdeo jî parve kirine.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û