Selîm Temo, ji bo salvegera 10. a azadiya Kobaniyê pirtûkekê çap kiriye ku navê xwe Hilbe Kobanî ye. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve di roja salvegera azadiya Kobaniyê de hatiye weşandin.
Helbestkar Selîm Temo, du sal piştî çapa 112 Hesp û Xezelekê bi pirtûkeka nû hat pêşberî xwîneran. Navê pirtûka Temoyî Hilbe Kobanî ye û wek helbesteka teatral hatiye nivîsîn. Selîm Temo û Weşanxaneya Darayê danasîn û nûçeya çapa pirtûkê di 26ê Çileyê de ku roja serkeftina Kobaniyê ye, di saet “sisê kêm deh deqîqe” de belav kirin. Pirtûk ji du perdeyan pêk tê û 72 rûpel e.
Pirtûka nû ya Selîm Temoyî wek “helbestşano” (poetheatrical) hatiye pênasekirin û besta xwe ji sirûda Serhildana Agiriyê (“Hilbe Agirî”) digre. Lehengên helbeste-şanoyê -“vebêj”, “orkestra” û “koro”- sehneyên berxwedana Kobaniyê di nav dîrok û mekanê de dinimînin. Pirtûk hem ji bo xwendin û hem jî ji bo leyîstinê ye.
Cumhur Ölmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Leyla Çelik ve hatiye çêkirin. Xwîner dikarin pirtûkê ji pirtûkgehan û li ser malperên pirtûkan peyde bikin.
Nûçe: vinkovar
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.