Hikûmeta Sûrîyê û HSDyê li hev kiriye – Rûdaw, SANA

30/01/2026

Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di çarçoveya peymaneka berfireh de agirbest ragihandiye. Her du alîyan li ser yekkirina gav bi gav ya saziyên leşkerî û îdarî li hev kiriye. Li gorî daxuyanîya fermî ya HSDyê û jêderên hikûmeta Suriyeyê, şerê di navbera aliyan de rawestiyaye û proseya entegrasyonê bi awayekî qonax bi qonax dest pê kiriye.

Hêzên asayîşê dê derbasî navenda bajaran bibin

Li gorî peymana hatîye îmzekirin, yekîneyên leşkerî dê ji xalên temasê vegerin. Hêzên ewlehîyê yên ser bi Wezareta Navxweyî yê Komara Sûrîyeya Ereb ve dê derbasî navenda bajarên Hesekê û Qamişloyê bibin. Ev gava pêşîn wekî xurtkirina îstîkrarê û destpêka yekkirina hêzên asayîşê hatîye pênasekirin da ku qanûn li vê derê bê sepandin.

Tûmen û lîwayên nû ava bûn

Di çarçoveya leşkerî de, ji sê lîwayên HSDyê tûmeneka nû ya leşkerî dê ava bibe. Her weha, hêzên Kobanîyê jî dê di bin sîwana tûmeneka ser bi parêzgeha Helebê de wekî lîwayeka cida bên birêxistinkirin. Peyman tenê bi warê leşkerî sînordar nîne; saziyên Rêveberîya Xweser û saziyên dewletê dê bi hev re bibin yek û kadroyên karmendên sivîl dê di wezîfeyên xwe de bên parastin.

Mafên kurdan û vegera penaberan

Di xalên lihevkirinê de birêkûpêkkirina mafên medenî/sivîl û perwerdeya kurdî cih girtiye. Aliyan li ser vegera penaberan bo ser axa wan û misogerkirina ewlehîya wan li hev kiriye. Rayedaran destnîşan kiriye ku armanca vê peymanê yekparçeyîya axa Sûrîyê û xurtkirina hevkariya ji bo avakirina welêt e di paşerojê de.


Çavkanî: Rûdaw, SANA, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Bêdengîya Şevê” ya Zîzê di weşanê de ye

Weşana paşê

Syrian Government and SDF Reach Landmark Deal on Ceasefire and Integration – Rûdaw, SANA