Di dawîya hefteya derbasbûyî da li peravên Îtalyayê nêzîkî 2 hezar koçber ji behrê hatin rizgarkirin.
Hewldanên ji bo rizgarkirina nêzî hezar û 200 koçberên di behrê da jî dewam dikin.
Hikûmeta rastgirên hişk , ji bo rê li ber hatina koçberan bigre li welêt 6 mehan rewşa awarte ragihandiyê.
Ewlekarîya Peravê ya Îtalyayê jî ragihand ku ji roja Îna borî heta Duşemê 2 hezar koçber ji keştîyên ku di deryayê de tengav bûne hatine rizgarkirin.
Her wiha hat ragihandin ku xebatên rizgarkirina keştiyeke masîgiran a ku 800 koçber tê de bûn û keştîyeke din ku 400 kes tê de bûn jî didome.
Ji destpêka îsal ve hejmara koçberên ku bi rêya deryayê xwe gihandine Îtalyayê 30 hezarî derbas kiriye. Ev hejmar li gorî heman heyama par 4 qat zêde bûye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.