Gelo em kîjan çîrokan ji zarokên xwe re vedigêrin an didin xwendin? Pirseke giring e. Divê wek gelek tiştan çîrok jî bên demokratîkkirin. Pêdivî ye ku hin çîrok ji nijadperestî, cihêkarî û zayendperestiyê werin paqijkirin an ji nû ve werin nivîsîn.
***
“Gerdûn ji çîrokan hatiye avakirin, ne ji atoman.”
Muriel Rukeyser
Walter Benjamin, di sala 1936an de, dema ku nivîsîbû “êdî hikm û bandora çîrokbêjan li ser jiyana me nemaye” wê demê zarokên Kurd di bin ronahiya lembaya gazê de guhdariya çîrokên efsûnî dikirin. Dengbêj û çîrokbêj bi çîrokên xwe cîhanên nû diafirandin û şevên Kurdistanê yên dirêj û sar bi rengê xeyalan boyax dikirin. Lê di vê qonaxê de her çendî di cîhana dîjîtal de di bin formên nû de hebûna xwe bidomînin jî, dengbêj û çîrokbêj di wateya kevneşopiyê de hêdî hêdî ji holê radibin. Li gor Benjamin, encama herî xirab a jinavçûna hunera çîrokbêjiyê ew e ku mirov ji neqilkirina tecrubeyên dewlemend bêpar maye. Êdî qîmeta tecrubeyan nemaye. “Çîrokbêj tiştên ku vedibêje ji serpêhatiyên mirovan werdigire, çi ya wî/ê be, çi jê wî/ê re hatibe gotin. Ew jî bi vegotina çîroka xwe vê serpêhatiyên jiyanê berfireh dike.” (2019: 129). Ji bo Benjamin du sedemên bingehîn yên jinavçûna çîrokbêjiyê hebûn. Derketina romanê û belavbûna agahiyan bi rêya rojnameyan. Lê, ji bo wî nûçeyên rojnameyan tu carî şûna çîrokan nagire lewre ew çîrokên sivik û bê ruh in, di tê de zanatîya jiyanê tune ye û perspektîfeke dîrokî nahewînin. Roman helbet nîşana serdemeke nû bû, di cîhana modern de ji bo kesên ku têkelîyên wan ên civakî qels bûne formeke bi bandor a vegotinê bû. Bi kurtasî roman, vegêrana civakeke perçebûyî bû.
Hingî ez fêhmberî xwe bûme ji çîrokan hez dikim û di nava cîhanên pevxistî de hertim bi kêfxweşî digevizim. Di zarokatiya min de yek ji çavkaniyên xeyalên min jî bêguman çîrokên diya min bûn. Bi rastî min heta niha ji wê çêtir çîrokbêj hîna jî nas nekirine. Dibêjin, “Berê gotin hebû.” Rast e, lê xwedîya gotinê dayika min bû, ne Xwedê. Ew, hostaya afirandina cîhanên rengîn bû. Bi gotin û peyvên xwe yên efsûnî guhên me zeft dikir. Bi saya wê ez di navbera cîhanên nepêkan de difiriyam. Di avakirina dîroka min a şexsî de, çîrokên wê bêguman xwedî roleke giring in. Têkiliya min a bi dîrok û nasnameya kurdî re jî bi saya kesayetên dîrokî yên ku di çîrokên wê de cih girtibûn pêk hat. Kawayê Hesinkar, Rustemê Zal, Mem û Zîn, Memê Alan, Mîrze Miheme, Kela Dimdimê, Siyabend û Xecê, Serhildana Mîr Bedirxan, Şêx Seîdê Kal hwd. “Di hemû welatên cîhanê de gava meriv li ser çîrokan lekolînekê bike ev yek derdikeve pêşberî me; her welat ji bo çand û dîroka xwe di mejîyê zarokan de xurt bike, çîrokên welatên xwe çap dikin û didin xwendin. Bi vî awayî bi welat, çand û dîroka xwe ve tên girêdan” (Mihyedîn Nahrîn, 2023: 25). Çîrok bi alîkariya hin sembol, bûyer û karakteran mirovan li dora hest û nasnameyeke hevpar dike yek. Wê demê pirtûkên çîrokên bi kurdî tune bûn ku em bixwînin. Yekane stargeha me ya xeyalî çîrok û stran bûn û hemû cîhana me ji tiştên ku me dibihîstin pêk dihat. Çîrok her tişt bûn û her tişt çîrok bûn.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Kurteçîroken nûjen berdewamiya çîrokbêjiya diya min bûn helbet, lê êdî hewcedariya min bi kesî nemabû. Pêwîstiya çîrokbêjan û guhdaran tûne bû, min kengî dixwest ez dikaribûm bikevim nav gerdûna çîrokan. Min di dibistana seretayî de li gundekî Milazgirê (Tolebaş) bi saya mamosteyekî tirk ê îdealîst dest bi xwendina çîrokên nivîskî kir. Bi sedan klasîkên zarokan yê rojavayî bi me da nasîn. Min bê rawestan ew pirtûka dixwendin, wek mirovekî bi salan li çolê tî maye min devê xwe dida ber kanîya çîrokan. Ew cîhanên ku nivîskaran bi nivîsînê ava dikirin ji cîhana rastîn bêtir bala min dikêşa. Ti bang û şîretên dê û bavê min û civakê li min tesîr nedikir. Çerxa cîhanê li dora xeyalên min digerîya. Di heman demê de bi saya wan min bi çavekî din li vê dinyayê şaş û bêdad nihêrî. Ji ber vê yekê çîrok û berhemên honaksazî bûn hevalê min ên herî nêzîk. Helbet hêza çîrok û edebiyatê nîne ku cîhana mezin biguherîne lê dikare hiş û xeyalên mirovan biguherîne. Belkî rêya guhertina dinyaya mezin bi guhertina ruhên mirovên ve girêdayî ye.
Bi saya hêza çîrokan û hezkirina xwendinê, min dest bi fêrbûna çîrokên gelên din jî kir. Gelên ku weke me di heman qonaxên dîrokî re derbas bûne, li hemberî heman pirsgirêkan serî hildane bêhtir bala min dikêşa. Yek ji hêza çîrokan jî ev e, ew gelên ku hevûdu nas nakin bi rêya çîrokên digihijîne hev, di navbera wan de têkiliyeke hezkirin û hevxemîyê çêdike. Çîrokên şoreşgerî ez kirim bira û rêhevalê mirovên li erdnîgariyên dûr dijîn. Bi saya xeyalên ku çîrok pêşkêş dikin, em jiyan û cîhana xwe vediguherînin. Di bîra kolektîf a hemû gelên bindest de çîrokeke bi vî rengî heye; lehengekî ku li ser hespekî spî ji bo dozeke mafdar li hewara gelê xwe diçe. Di vê çarçoveyê de rastbûna çîrokan ne muhim e. Ji ber zordarîya serdestan her tim di dilê her gelê bindest de çîrokên rizgariyê hatine afirandin. Di gelek civakan de çîrokên berxwedan, serhildan û şoreşa li hemberî zilm û mêtîngeriyê hene. Wek tê zanîn her têkoşîna azadiyê xwe dispêre çîrok û efsaneyên taybet. Çîrokên ku behsa têkoşîna edaletê, şerên li dijî neheqiyê û tolhildanê dikin, di nav dem û dewranan de hebûna xwe parastine û di cîhana nûjen de bûne çavkaniya îlhama têkoşînên şoreşgeriyê. Rastiyên herî mezin û dîrokên veşartî ji çîrokan hatine dawerandin û eşkerekirin.
Tişta ku me dike mirov çîrok in, dinya bi çîrokan hatiye avakirin. Em bi çîrokên ku em vedigêrin, cîhanê diafirînin. Çanda mirovan a tevlihev jî ji çîrokan çêbûye. Çîrok ji bo ku em vê gerdûnê fêm bikin û gerdûnên nû ava bikin bi me re ne, hebûna me watedar dikin. Albert Einstein wiha gotibû: “ew çîrokên di zarokatiya min de dihatin gotin, ji hemû rastiyên di jiyana min de bihêztir bûn, lewre xeyal her tişt e.” Di destpêka dîrokê de, çîrokên ku kal û pîran li dora agirê kampan vedigotin xwedî hêz bûn û mirovan li hev dicivandin. Ew çîrok paşê veguherîn û bûn olên mezin. Hemû ol û netewe bêguman ji vegotineke hevgirtî hatine afirandin. Neteweyên nûjen îro jî xwe bi çîrokên li ser nasnameya kolektîf a civakê tên vegêran pênase dikin. Serkeftin û têkçûnên me, leheng û dijminên me, nirx û şêwaza jiyana me ya xweser di çîrokên ku em jê kêfxweş dibin de veşartî ne. Li gorî gotegotekê, yek ji tedawîkirina kesên ku di serdemên kevnare de tenduristiya xwe ya derûnî winda kirine, vegotina çîroka bû. Însanan rastiya xwe ya jiyanê, pêşniyazên çareseriyê û hêviyên xwe bi vegotina bûyerên çîrokan û lehengên çîrokan rave kiriye û hewl daye nifşên paşerojê li hember zehmetiyên jiyanê bi vî rengî hişyar bike, perwerde û amade bike.
Helbet hemû çîrok ne mesûmane û bêguneh in. Yek ji bingehên çandî yên nijadperestî û cihêkarîyê jî bê guman çîrok in. Di hemû civakan de toximên nijadperestî û cudakariyê di çîrokan de têne reşandin. Gotin û qalibên nîjadperestî li hember hin netewe û nijadan, hişê zarokan di temenekî biçûk de şêlo dikin û rê li ber fikirandina zarokan digire. Çîrok ji aliyekî ve bang li bêgunehbûn û dilpakiya zarokan dikin, di heman demê de dibin sedema ku nijadperestî û zayendperestî di civakê de were pejirandin û normalîzekirin. Çîrokên ku ji edebiyata cîhanê hatine hilbijartin (Sindirella, Keçika Kumsor, Prensesa Pembû, Bedewa di Xewê de) bi piranî çîrokên zayendperest in. Fîgûrên jin bi tevahî di bin bandora çanda serdest a mêran de hatine çêkirin. Mijar di van çîrokan de her tim yek in. Jinên bedew û dilsaf li benda rizgarkirinê ne, pîrebok û damarî dijminên wan jinan in, mêr her gav netirs û qehreman in, têkilîyên cinsî bêyî destûra jinan in, zewac ji bo jinan rizgarî ye û hwd.
Di heman demê de çîrok, ferdan bi civakê re li hev tîne û wî/ê dixe xizmeta civakê. Di nava çîrokan de zagon û normên veşartî hene yên ku ji aliyê civakê û serdestan ve hatine pejirandin. Çîrokbêjî bi peyamên veşartî hiş û derûniya ferdan hêdî hêdî dagir dike. Pirî caran, li şûna şîretên ku nayên guhdarîkirin, peyam bi çîrokên balkêş têne dayîn. Xaleke din a giring jî ew e, çîrokên ku xwezayê wekî împaratoriya tirs û xerabiyê teswîr dikin, behsa mexlûqên tirsnak dikin di dilê zarokan de bi hezaran tirs û xof kom dikin. Çîrokên bi vî rengî di demên pêş de zarokan ji xwezayê dûr dix e û wan dike dijminên heywanan.
Ji ber vê yekê, gelo em kîjan çîrokan ji zarokên xwe re vedigêrin an didin xwendin? Pirseke giring e. Divê wek gelek tiştan çîrok jî bên demokratîkkirin. Pêdivî ye ku hin çîrok ji nijadperestî, cihêkarî û zayendperestiyê werin paqijkirin an ji nû ve werin nivîsîn.
Çavkanî
1) Mihyedîn Nahrîn, Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan: Kitêbeke Rêber Bo Mezinan, Weşanên Nûbihar.
2) Walter Benjamin, Hikaye Anlatıcısı: Nikolay Leskov’un Eseri Üzerine Gözlemler, (Kolektif Hafıza Kitabı) Dipnot Yayınları.