Heykelê Saddam bi ser kê de hilweşîya?

02/02/2024

Fîlîstînî jî Kurdistanî jî mazlûm in. Ji bo Tirkîyeyê piştgirîya Fîlîstînê û ji bo Îsraîlê piştgirîya Kurdistanê hêsan e. Lê Fîlistîna Tirkîyeyê Kurdistan e û Kurdistana Îsraîlê jî Fîlîstîn e. Yanî yekî ku ji bo Robozikê (Roboskî) perdeya reş li ser dadgehê raneke piştgirîya wî ya ji bo Fîlîstînê û yekî ku jenosîdê li ser Fîlistînê dimeşîne piştgirîya wî ya ji bo Kurdistanê, ne hesabên însanî lê sîyasî ne, ji ber ku însanîyet ji bo herkesî wek hev e, naguhere.

***

“Apartheîd” navê pergalekê ye ku li Afrîkaya Başûr nêzî pêncî salan sîstemeke hiqûqî bû. Ev pergal bi qanûnan, cudakarîyê di nav xelk û miletan de bi rê ve dibe. Li Afrîkaya Başûr, cûdakarîya ku li ser reşikan dihat meşandin bi vê pergalê dihat meşandin. Xulase pergaleke nijadperest e. 

Pergala apartheîdê li Afrîkaya Başûr hilweşîya lê li Fîlîstînê koka xwe şîn da. Ji damezirandina dewleta Îsraîlê heta îro, Filîstînî di bin sîstemeke apartheîd de zilm û zordarîyê dibînin. Ji 25 salan zêdetir e ku Fîlîstînî û tevgerên mafparêz ên Fîlîstîn û Îsraîlê bang dikin ku pergala Îsraîlê weke apartheîdekê were naskirin. Ev çend sal in Amnesty jî Îsraîlê wek apartheîdekê qebûl dike.

Îro Îsraîl ji asta apartheîdê derbasî ya jenosîdê bûye û dewleta ku ji ber rejîma apartheîdê bêzar bûye, doza jenosîdê li Îsraîlê vekirîye.

Lê mixabin ew cîhana medenî ku temsîlîyeta hiqûq û mafên mirovahîyê dike, ne ku çavê xwe jê digerîne rasterast piştgirîya vê jenosîdê dike. Bona ku Îsraîl rehet û hêsanî jenosîdekê bimeşîne, ew peyman, norm û prensîbên ku di sed salan de bi tecrubeyên giran ava kirine, di hefteyekê de avêtin çopê. 

Ji ber ku Îsraîl ne îro, ji serî de ji bo Fîlîstîniyan rejîmeke apartheîd e, çend salan carekê êrişên li ser Fîlîstînê dibin mesele û piranîya Kurdan jî alîyekî xwe bi vê meseleyê ve ‘eleqeder dibînin. Ji ber ku mazlûm mazlûmîyetê dizanin, zilm di nav xelkên mazlûm de têkîlîyan ava dike. Û ya din, di navbera hereketên Kurd û Fîlîstînîyan de dîrokeke hevpar a li dijî zilm û zordarîyê heye. 

Li gor çavdêrîyên min, ev deh sal zêdetir in, her ku Îsraîl êrişî Fîlîstînîyan dike Erdoğan jî wan êrişan rexne û şermezar dike, Netenyahu bersiva wî dide û dibêje “yekî ku zilmê li Kurdan dike nikare min rexne bike.” Li alîyê din, xuya dike ku Netenyahu û Îsraîl bi Kurdan re têkîlîyên dostane dixwaze. Bi qasî ez dibînim ji ber vê sekn û bersivên Netenyahu di nav hin Kurdan de kampanyayek pro-Îsraîl jî bilind dibe. Helbet ji ber ku piştgirîya zaliman şerm û ‘eyb e, kampanya wer nameşe. Zêdetir mesafeya navbera xwe û mazluman fireh dikin, xwe û milletê xwe ji mazlûman dûr dixînin.

Derbarê vê meseleyê de çend arguman hene ku di nav Kurdan de digerin. Yek ji wan ew e ku Fîlîstînî piştgirîya zalimên Kurdan dikin, heta Yaser Arafat piştî jenosîda Helepçeyê piştgirîya Saddamê xwînxwar kirîye. Ya din, Fîlîstînîyan heykelê Saddam ava kirine. Arguman pir in, muhtemelen rast in û mixabin dilê meriva diêşînin. Yeke din, Hamas îslamîst e û hereketa Kurdan çepgir û sekuler e. Êrişa vê carê Hamasê daye destpêkirin. Baş e, gelo ev dibe sebeb ku Kurd pişta xwe bidin jenosîdê û çavê xwe lê bigrin.

Jixwe artêş û fuzeyên Kurdan tune ku kes ji wan re bibêje hûn çima naşînin ji Fîlîstînîyan re. Ji destê Kurdan ji bilî rexnekirin û şermezarkirinê tiştek nayê. Yanî yên rê li ber piştgirîya Kurdan a ji bo Fîlîstînê digirin rexneya seknekê dikin, ne tiştekî din. 

Erê, mazlûm di mazlûmîyetê de bi hev re girêdayî ne, divê li hev xwedî derkevin. Û dijberîya zilmê û piştgirîya mazlûman ne danustendin e ku meriv li gor menfeatan lê binêre, prensîbeke esasî ye. Yanî ger mazlumek li gor exlaqê mazlûmîyetê ‘emel neke, ev nayê wê maneyê ku meriv çavê xwe zilma li ser wî mazlûmî bigre. 

Fîlîstînî jî Kurdistanî jî mazlûm in. Ji bo Tirkîyeyê piştgirîya Fîlîstînê û ji bo Îsraîlê piştgirîya Kurdistanê hêsan e. Lê Fîlistîna Tirkîyeyê Kurdistan e û Kurdistana Îsraîlê jî Fîlîstîn e. Yanî yekî ku ji bo Robozikê (Roboskî) perdeya reş li ser dadgehê raneke piştgirîya wî ya ji bo Fîlîstînê û yekî ku jenosîdê li ser Fîlistînê dimeşîne piştgirîya wî ya ji bo Kurdistanê, ne hesabên însanî lê sîyasî ne, ji ber ku însanîyet ji bo herkesî wek hev e, naguhere.

Ji ber vê yekê îmtihana Fîlîstînîyan û serok û pêşengên wan ji wan re, ya me li vir e: Saddam xwînxwarekî zalim e û Netenyahuyê Kurda bû. Lê ne bi awayekî însanîyetê, di nav jenosîdekê û bi destê xwînxwarekî hate hilweşandin. Ew xwînxwar, kurdan wekî sîlehekî dibîne û li Erdoğan radike û bi heykelê Saddam bertîlekê dide kurdan. Ên dixwazin bila bertîla xwe bigrin û çi ji wan tê xwestin bila bikin, kêfa wan e. Lê divê were zanîn ku, di nav vê pêla xwîna Fîlîstînîyan de ger em vê bertîlê qebûl bikin, ew heykel wê di ser me de hilweşe.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Reha Ruhavioğlu

Lêkolîner e. Di qedemeyên cûda de rêveberîya sazîyên muxtelîf yên wekî fikrî, lêkolîn û mafên mirovan kirîye. Di deh salên dawî de di nava lêkolînan de cih girtîye yên ku di bin banên sazîyên cûda da hatine kirin. Yek ji avakarê Rawest Araştırmayê ye. Niha jî dîrektorê Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên kurdî) ye ku di serî de Kurdên li Tirkiyeyê, derbarê kurdan de lêkolînên siyasî û civakî dike.

Te ev dîtıne?

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Romana Kurdî û Rexne-2- : Bextîyar Elî, Cemşîd Xan û Supermenê Kurdan

“Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Josef K. herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî,