Hevserokên DEMê yên Esenyurtê hatin desteserkirin

20/02/2024

Hevserokên DEM Partîyê yên Esenyurtê Bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeya Esenyurtê Bahar Karataş û Fatih Ergün îro serê sibê li malên xwe hatin desteserkirin. Polîsan li malên her du hevserokan lêgerîn kirin. 

Di heman saetê de polîsan di avahîya navçeyê da lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê da dest danîn ser gelek pirtûk, kovar û kompîteran. 

Derbarê sedema binçavkirinê da tu agahî nehatin bidestxistin. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman