Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnameger Yilmaz hatin binçavkirin

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û gelek kesên din di serdegirtinên malan da hatin binçavkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fermana lêpirsînekê da û di çarçoveya vê lêpirsînê da li 15 bajaran derbarê 49 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Di serdegirtinên li Amedê […]

Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnameger Yilmaz hatin binçavkirin
Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnameger Yilmaz hatin binçavkirin
Botan Times
  • 29 Nisan 2023 08:54

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û gelek kesên din di serdegirtinên malan da hatin binçavkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fermana lêpirsînekê da û di çarçoveya vê lêpirsînê da li 15 bajaran derbarê 49 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin.

Di serdegirtinên li Amedê de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftugolû û Edîtorê Ajansa Mezopotamya Sedat Yilmaz û hevjîna xwe Selma Yilmaz hatin binçavkirin. Xwişka Sedat Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê di serdegirtina mala xwe da hat binçavkirin. Her wiha gelek kesên din jî hatin binçavkirin. 

Ji bo kesên di çarçoveya lêpirsînê da hatine binçavkirin, biryara astengî ango sînordarkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran hat danîn.

Çavkanî (MA)