Hevşaredaran bersiv daye bangên “ALO 153″yê

26/08/2024

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo banga welatiyan a li Navenda Telefonê ya “ALO 153″yê bersivandin û daxwaz û pêşniyar ji yekîneyên eleqedar re şandin. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Navenda Telefonê ya ALO 153yê ya li Sumerparkê di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de dixebitin dest bi karî kirin.

Hevşaredaran bi Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan û Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş re der barê xebatên navenda bangê de agahî ji serokên yekîneyan wergirtin.

Hevşaredaran bersiv da bangên welatiyan

Hevşaredaran bi xwe bersiv da bangên welatiyan ên li Navenda Telefonên ALO 153 û pêşniyar, daxwaz û giliyên wan girtin. Hevşaredaran bi baldarî li daxwazên gel ên di bangên hatin de guhdarî kirin û daxwaz ji yekîneyên pêwendîdar re ragihandin ku li nuqteya çareseriyê lez bikin. 

Kapasîteya navenda telefonê dê bê zêdekirin

Hevşaredaran her wiha ji bo xebatên bi lez û pêbawer ji bo zêdekirina kapasîteya 153 Navenda Banga ALO’yê yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.


Çavkanî: Şaredariya Bayarê Mezin a Amedê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Weşanên Nûbiharê 4 kitêbên nû çap kirin

Weşana paşê

Êrîşa li dijî rojnamegeran dê li Stenbolê bê protestokirin