Hevşaredara Pasûrê, Sadiye Suer cardî hatiye girtin

09/12/2024

Hevşaredara berê ya Kulpê Sadiye Suer ji ber axaftineka xwe ya di festîvalekê de cardî hatiye girtin. Dadgehê ji ber “propagandaya PKKê” cezayê 10 mehan daye Suer û ew şandiye girtîgeha Antalya Doşemealtiyê.

Axaftina di festîvalê de bû sedem

Suer di sala 2014an de ji lîsteya BDP’ê bibû hevşaredara Pasûrê. Şaredarîyê li Şenyaylayê festîvaleka bi navê “Hevdîtina bi Xwezayê re û Çanda Şenyaylayê” li dar xistibû. Dadgehê axaftina Suer a di vê festîvalê de wek “propagandaya rêxistinê” nirxandiye û ceza daye.

Berê jî 3.5 sal mabû di girtîgehê de

Hêzên ewlehîyê di 26ê Kanûna pêşiyê ya 2016an de êrîş biribûn ser mala Suer û ew desteser kiribûn. Piştî 11 rojan, bi îdîaya “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatibû girtin. Suer 3.5 sal di girtîgehê de mabû û niho cardin hatiye girtin.

Çavkanî:

  • Mahsum Suer
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Rojhilata Navîn hevsengî diguhere – NYT

Weşana paşê

Putin bi xwe ji bo penaberîya Esedî biryar îmze kiriye