ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN*

ZANÎNGEHA INALCOYÊ

*Îbrahîm Seydo Aydogan, ji destpêka sala 2001’ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003’an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê “Parîsiyên sedsala 15’an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de”, lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006’an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser “wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de” amade kir. Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999’an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003’an de derket. Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir. Li Kurdistan 24ê bernameya Pencereya Kurdî pêşkêş kir.Ji sala 2007’an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye û serokê beşa kurdî ye. Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013’an hate çapkirin.

KOMPLEKS ÇI YE?

ZIMANÊ DEVKÎ ZIMANÊ NIVÎSKÎ

» Ziman wek alava ravekirin û derbirîna wêneyên hişî ye. Rave dike û vedibêje.

» Du celeb vegotin hene: vegotina çîrokekê (wêjeyî), vegotina şîroveyan (rexneyî)

» Mînaka Aristot li ser rola zimanî: armanca gotarê ew e ku peyamekê bi zelalî bide.

» Mînaka Proust û kompleksiya dunyayê: fikir kompleks be, ziman jî kompleks e

» Hiş û ziman û xiyaneta zimanî ya bi hişê mirov ve: mînaka Cratyle

HEVOKA KOMPLEKS ÇI YE?

» Derfetên zimanî çi ne ji bo nîşandayina kompleksiya dunyayê?

» Lêker an jî vegotina bûyeran bi kes û tiştan ve hevokan ava dikin

» Girêdana hevokên cuda bi rêya « gîhanekan » ve

» Gîhaneka « ku »

» Gîhanekên din mîna gava ku, heta ku, berî ku, digel ku û hwd. ji bo hevokên peywendîdar

» gîhaneka û ji bo hevokên serbixwe

» Berî her tiştî, divê hesabê teserrûfa zimanî were kirin. Ziman forma hêsan hildibijêre.

» Zimanê devkî hevokên hêsan tercîh dike, an jî hevokên kêm-kompleks.

» Gava ku hevok zêde kompleks be, mirov dikare di wateya wê de zû bi zû dernexe.

» Kamiliya zimanî, kamiliya nivîskêr, kamiliya xwendinê, kamiliya xwendevanan

» Lewma, zimanên mîna kurdî ku di nivîsê de zêde nehatine bikaranîn, van celeb hevokan bi awayê herî besît ve bi kar tînin.

» Ji ber ku nivîskar xema têgihîştinê dixwin û hesabê xwendevanan dikin.

HEVOKA KOMPLEKS

» Hevokên kompleks ew hevok in ku gellek bûyer tê de hene. (Zend, payiz 2012, r. 39)

» Hevoka kompleks hingê bi du awayan dikare saz bibe » Hevok li pey hevokê (hevok azad in, li pey hev an bi hev re ne)

» Hevok di nav hevokê de (hevok bi hev ve girêdayî ne)

» Ya ku em behs dikin, hevokên kompleks yên weha ne ku bi hevokên pêreyî re hatine avakirin.

HEVOKA KOMPLEKS Û TERMÎNOLOJÎ

RELATÎF Û KOMPLEKSIYA HEVOKÊ Û TÊGIHÎŞTINÊ

» Hevoka sereke û hevoka pêreyî » Lêkera sereke û lêkera pêreyî

» Gîhanek mînak:

-Ez dixwazim biçim.

-Ez bawer dikim ku ew kurd e.

CUREYÊN HEVOKÊN PÊREYÎ

» Hevokên pêreyî yên temamker (completif) » Ez bawer dikim ku ew kurd e.

» Hevokên pêreyî yên rengdêrî (relatif)

» Ez zilamekî dibînim ku pirtûkek di destê wî de ye.

» Hevokên pêreyî yên rewşî (circonstancielle)

»  Gava ku baran bariya, xelk êdî nema derket derve.

»  Min kevirek avêt darê ku çivîk bifirrin.

»  Êvarî were bin kozê, ez nîşanî te bidim heft tebeqeyên cinnetê.

»  Beyî ku ji min re bibêje, xaniyê me firotiye.

“Hevokên relatîf yên herî kompleks in, lewre awayên wan yên sazkirinê di kurmanciyê de ji yekê zêdetir in. Ev hevokên pêreyî bi alîkariya gîhaneka «ku» bi navan ve tên girêdan digel ku hevokên temamker bi lêkerên hevokên sereke ve tên girêdan. Armanca hevokên pêreyî yên relatîf sazkirina komên rengdêrî ye, lê belê ji ber ku di rengdêrê bi xwe de lêkerek heye, ew koma ku bi nav û rengdêran ava dibe, di nava hevokeke din de dibe sedema peydabûna hevokeke kompleks.” Guman 1.

HEVOKA PÊREYÎ YA RENGDÊRÎ AN «RELATÎF» ÇI YE?

» Rengdêr ew alav in ku taybetmendiyên navan, şayesa wan, hejmara wan an agahiyên li ser wan didin.

» Mala mezin, zilamê navsere, keçika xweşik

» Rengêr teva navê ku dişayesîne, dikare di nava hevokekê de were bikaranîn.

» Ez maleke mezin dibînim. Ez keçikeke xweşik dibînim.

» Rengêr dikare kirdeyê jî, bireserê jî û alaveke din jî bişayesîne.

» Maleke mezin li ber mala me ye.

» Ez pirtûka xwe didim keçikeke xweşik.

» Li Diyarbekira xopan, zarokatiya min derbas bû.

KÊ LI SER RELATÎFAN ÇI GOTIYE?

Mijara hevokên kompleks bi navê hevokên hevedudanî ve di nava rêzimanên kurmanciyê de heye. Ji Rêzimana Celadet Bedirxan heta bi rêzimanên herî dawîn ve jî tim xuya dibe. Lê belê, bi taybetî jî hevokên pêreyî yên rengdêrî an jî « relatîf », weke rêzimana Celadet Bedirxan, tim bi çend mînakan ve û beyî nirxandina modeleke hevoksaziyê ve hatine dayin. Lewma, mirov nikare wate û xweza û stratejiya hevoksaziya relatîfan fahm bike.

KÊ LI SER RELATÎFAN ÇI GOTIYE?

Güneş KAN YUKUŞ (2017: 68), Gotarên Zimannasiyê:

“Celadet Bedirxan û Roger Lescot (…) beyî ku rave û şîroveyan bike, bi tenê weku mînak deqên çend nivîskaranji bo hevokên hevedudanî dide. (…) Samî Tan (2011: 315-320) bi hûrgilî li ser vê mijarê rawestiyaye û Îbrahîm Seydo Aydogan (2013: 119-160) bi gotareke dirêj hewl daye ku balê bikişîne ser kompleksiya van cure hevokan. Û weku din Engin öpengin li ser bikaranînên xelet ên van hevokan rawestiyaye û ji bo bikaranînên rast pêşniyazên xwe pêşkêş kirine (2014: 173-208). Lê ev hemû hewildan lokal in û ji rûniştandina qeydeyan piçekî dûr in.”

Xwastiye lêkolînên berî ya xwe kêm nîşan bide.

Mikaîl BÜLBÜL (2016: 23), gotara di kovara Zanîngeha Bîngolê de,

“Yek ji egerên vê xebatê ew e ku li ser vê devokê û vê mijarê xebateke dîrekt nehatiye kirin. Her çend Îbrahîm Seydo Aydogan di gotara xwe ya bi navê “Hevokên Kompleks” de bi sernavê hevokên relatîf behsa vê mijarê dike jî, ji gelek aliyan sînordar e û her wiha ne li ser bingeheke korpûsî ye.”

Bi hikumên kêmkir ve hewl dide ku yên berî xwe tune bike, digel ku ew xebata ku ew behsa dike li ser korpuseke berfireh hatiye amadekirin.

Ergîn Opengîn (2014: 204), Tîr û Armanc:

“Têgihiştina berbelav ji rêzimanê di rexnegiriya kurdî de têgihiştineke teng e, rêzimaneke yekreng û bi piranî tayinkirî pêş dibîne, ku bêguman ew cure têgihîştin ji bo paşeroja ziman û edebiyatê xeter in, lewre rê û dirbên geşedan û kemilîna zimanî teng dikin. Bêkêriya boçûnên otorîter li ser reng û rûyê zimanî…”

Li ser romaneke kurdî hewl daye ku xeletî û rastiyan nîşan bide û behsa hevokên kompleks yên relatîf jî kiriye, lê belê xebatên berî xwe di çavkaniyê de nîşan nedane digel ku hayê wî ji wan heye.

HEVOKA PÊREYÎ YA RENGDÊRÎ AN «RELATÎF» ÇI YE?

» Rengdêr dikare bi serê xwe ve hevokek be û di nava hevokeke sereke de cîh bigire. Hingê girêdana bi navdêran re bi rêya ezafeyê ve tê avakirin. Tenê di relatîfên derveyîn de ezafe wenda dibe.

» Ez mala ku te kirrîbû baş nas dikim. (teva navdêrê) » Yê ku serî li hember min rake, ez ê çavên wî derxim. (teva ezafeyê)

» Ez keçekê dibînim ku şoqe li serî ye. (serbixwe)

PROBLEMATÎK AN JÎ PIRSGIRÊK

Li gorî şayesandina navdêran cureyên relatîfan

» Relatîfên derveyîn » Relatîfên sînordar 

METODA ME 

Hingê

» 1- Em ê ji aliyê wateya wan ve li relatîfan binerin.

» 2- Em ê ji aliyê sazkirina wan ve li relatîfan binerin.

» 3- Em ê bala xwe bidinê ka relatîf navdêrên bi çi rengî nîşan didin.

KORPUS

» Ji bo vê xebatê, me korpuseke berfireh amade kiriye. » 18 romanên kurmancî

» Malperên înternetê

» Çîrokên gelêrî

RELATÎFÊN NAVXWEYÎ

» Jinikê carinan jî ji bo saxtîkirinê, telefonî cîhê wî yê ku wî gotibû, ew ê lê be, kiribû. (Pêlên bêrîkirinê, p. 75)

» Li dora wî cihekî bikarîbûya cixare jê bikirriya jî tune bû. (Jar lê Sermest, p. 28)

» Kompartiman hinekî tarî ye, eger meriv kesê nexuyayî 45

» Relatîfên kurmanciyê kengî navxweyî ne û kengî derveyîn in?

» Gelo stratejiyeke zelal di cîhê relatîfê de heye an keyfî ye?

LI SER CELEBÊN RELATÎFAN AN RENGDÊRIYAN

» KLEIBER Georges (1987a), Relatives restrictives et relatives appositives : une opposition « introuvable » ?, Tubingen : Max Niemeyer, 166 p..

» KLEIBER Georges (1987b), « Relatives restrictives/ relatives appositives : dépassement(s) autorisé(s) » in Langages, n° 88, pp. 41-63.

» RIEGEL Martin & alii (1999, première édition 1994), Grammaire méthodique du français, Paris : PUF, 646 p.

» GARAGNON Anne-Marie et CALAS Frédéric (2002), La phrase complexe : de l’analyse logique à l’analyse structurale, Paris : Hachette, 159 p.

CELEBÊN RELATÎFAN

Li gorî erka nava hevokê cureyên relatîfan

» Relatîfên rengdêrî » Relatîfên navdêrî » Relatîfên mercî yê ko ev foto kişandiye nehesibîne, ji Celadet pê ve tu kesê din naxuyê. (Bîra Qederê, p. 134-135)

» Havînan em diçûn gund. Ez û diya xwe. Bavê min ê ku hertim meşgûl bû û hê jî welê ye, wext nîn bû, bi me re bihata. (Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, p. 157)

» Bi çavzerkê li koma nan ku hilm jê diçû nêrî. (Mîrze Meheme, p. 64)

» Hingê, ew aliyê min î mîrekî, ku bi adet û toreyan perwerde bûbû, xwe da der. (Saturn, p. 38)

» Hemû xebatên wî yên ku bi salan e didomin, ji bo vî karî bûn. (Ardûda, p. 13)

» Tiştê ku bikarîba çemê Xerzan di destpêka biharê de bida sekinandin tunebû. (Gundikê Dono, p. 8)

» Lê tiştekî ku bikaribe bike tune bû. (Av zelal bû, p. 96) » Hemû xebatên wî yên ku bi salan e didomin, ji bo vî karî bûn. (Ardûda, p. 13)

» Tiştê ku bikarîba çemê Xerzan di destpêka biharê de bida sekinandin tunebû. (Gundikê Dono, p. 8)

» Lê tiştekî ku bikaribe bike tune bû. (Av zelal bû, p. 96)

» Erka rengdêriyê girîng e. Gelo rengdêr tenê agahiyeke derveyîn e an agahiyeke sereke ye. Gelo dibe ku mirov van relatîfên navxweyî weke relatîfên derveyîn bi cîh bike, an di van hevokan de bandora zimanê tirkî heye?

» Tîndayê derî vekir û berî ku têkeve hundir bi dû Sarbayê ku serê xwe bera ber xwe daye û ketiye rê û diçe, nihêrî. (Ardûda, p. 32)

» Diviyabû ku wî hemû pirtûkên ji wan jêderk dihatin wergirtin û di munaqaşeyan de dihatin bikaranîn, xwendibûna. (Pêlên bêrîkirinê, p. 40)

» Ji bilî van etîketan, bi gotineke din, ji bilî van nav û naznavên ku wan li hev kirine, ez ê rengdêr û naznavekî din bi kar neyinim. 67 (Labîrenta Cinan, p. 67)

» Bitenê destê ko dirêjî pertûka li ber bû dît. (Mendik, p. 171)

» Ew fîlmekî ku mirov bi girî dike ye. (Diyarname) » Min aletên ku tu dibînî çêkir. (…) Min rabû van karkerên te ew dîtin ji xwe afirand. (Ardûda, p. 78)

» Gundiyên ku xwe digêhînin hewara Cindî dibînin ku ziman li wî nagere, deng jê nayê (…) (Labîrenta Cinan, p. 155)

ENCAMA RELATÎFÊN NAVXWEYÎ

» Bêtir di relatîfen digel bireseran de tevlihevî heye. » Di relatîfên digel kirdeyan de pirsgirêk kêmtir e. 

RELATÎFÊN NAVXWEYÎ

» Ew fîlmekî ku mirov bi girî dike ye. (Diyarname) Ew fîlmekî weha ye ku mirov bi girî dixe.

» Min aletên ku tu dibînî çêkir. (…) Min rabû van karkerên te ew dîtin ji xwe afirand. (Ardûda, p. 78

Min aletin (weha) çêkirin ku tu dibînî. (…) Min rabû ev karkerên hanê ji xwe afirandin ku te jî ew dît

RELATÎFÊN NAVXWEYÎ Û STRATEJIYEKE ALTERNATÎF

» Bikaranîna rendêrên işarkî dikare bibe çareseriyeke pirsgirêka tevliheviyê.

» Lewre, gava ku du lêker (ya sereke û ya pêreyî) digihîjin hevdu, bi taybetî jî lêkerên bûyin û hebûn yek ji van her du lêkeran bin, bandora fiilimsiyên (sifat fiil) tirkî xuya dibe.

RELATÎFÊN DERVEYÎN

» Belê, ev trêna pêşîn e ku wê niha here. (Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, p. 58)

» Ew mamoste bû ku li Mihemedê Xursî dabû. (Av zelal bû, p. 20)

» (…) li wir çavên wê bi du zarokan dikeve ku li kolanê di nava xweliyê de dilîzin (…) (Labîrenta Cinan, p. 136)

» Tiştin hene ku nayên gotin. (Mîrze Meheme, p. 75) RELATÎF BEYÎ NAVDÊRÊ

» Dema wusa xwendevanek diket tengaviyê, kê bersiva pirsê zanîba bi kurdî jê re digot. (Kejê, p. 15)

» Kî dihat dîwanê, mînak fêm dikir (…) (Dewrêşê Evdî, p. 196).

RELATÎFA BI EZAFEYA RELATÎF

» Yên ku diçûn bajêr bi taybetî pirs dikirin ji dikanan û qehwên Milla lê rûdiniştin û bazirganî dikirin. (Dewrêşê Evdî, p. 183)

» Ya wan jî ji Xwedê dixwest eve bû. (Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, p. 83)

KIRDE AN BIRESER AN ISTIQAMETA DAWÎN

» (…) kete riya ku wî dibe agahiyê. (Li qeraxa şevê hîvron, p. 17)

» Di îstiqameta dawîn de pirsa cîhê relatîfê zelal e, lewre cîhê îstiqameta ji xwe dawîn zelal e.

FORMULA RELATÎFAN LI GORÎ KORPUSÊ

» 1- Nav + ezafe + gîhanek + relatîf Mala ku ez dibînim…

» 2- Nav + ezafe + relatîf Mala ez dibînim…

» 3- Nav + gîhanek + relatîf Nan ku bêhna germ jê tê…

» 4- Hevok + gîhanek + relatîf

Ez keçekê dibînim ku çakêtekî sor lê ye.

AVADANIYA RELATÎFÊN LI PEY HEV

» Sêva ku te da min û min xwar, ne xweş bû.

» Sêva sor a xwes (a) ku te dabû min û min jî nêvî da hevalê xwe, pirr xweş bû.

AVADANIYA RELATÎFA HIŞMENDIYA TIRKÎ

NEDIYARIYA NAVÊ KU RELATÎF NÎŞAN DIDE

» Min keçek dît ku kirasekî sor lê bû.

Min keçeke ku kirasekî sor lê bû dît. (hevoka ji tirkî)

» Min sêvek xwar ku te dabû min.

Min sêveke ku te dabû min xwar. (hevoka ji tirkî)

AVADANIYA RELATÎFA BI HIŞMENDIYA TIRKÎ

» Ez zilamekî dibînim ku te ji min re behs kiribû.

Ez zilamekî ku te ji min re behs kiribû dibînim.(du lêker li pey hev)

» Ev fîlmekî ku mirov bi girî dike ye. (du lêker li pey hev) Ev fîlmekî weha ye ku mirovî bi girî dike.

RELATÎFA BI KIRDEYÊN NEDIYAR

» Zilamek hat ku erebeya wî xweşik bû. 

» Keçek hat ku kirasê sor lê bû.

HEGER HEVOK NEGERGUHÊZ BE Û KIRDE DIYAR BE

» Keçika ku kirasê sor lê bû, hat mala me.

» Memedê ku restoranta wî heye, keçikek dît. Hevoka duyem gerguhêz e, lê relatîf diçe ser kirdeyê.

» Zilamekî ku restoranta wî heye, keçikek dît ku kirasê sor lê bû.

» Zilamekî şîv xwar ku çakêtê sor lê bû. » Zilamekî ku çakêtê sor lê bû, şîv xwar.

ENCAMA LÊKOLÎNÊ

Heger navê ku relatîf nîşan dide navekî diyar be, hingê relatîf pê ve ye û navxweyî ye.

» Keçika ku kirasê sor lê bû, hat mala me. » Zilamê ku restoranta wî heye, keçikek dît.

Heger nav nediyar be, relatîf hingê diçe pişta hevokê û weke relatîfa derveyîn tê bikaranîn.

» Zilamek hat ku erebeya wî xweşik bû. » Keçek hat ku kirasê sor lê bû.

» Zilamekî şîv xwar ku çakêtê sor lê bû.

Di hevokên negerguhêz de, kirdeyên nediyar

» Keçek hat ku kirasekî sor lê bû.

» Zilamek derbas bû ku porê wî dirêj bû.

» Pirtûkek derketiye ku behsa Kurdan dike.

Di hevokên gerguhêz de, kirdeyê nediyar dikare bi relatîfa derveyîn ve were şayesandin digel ku bireser navekî diyar e.

» Zilamekî şîv xwar ku çakêtê sor lê bû.

» Zilamekî pirtûk xwend ku mala wî li Amedê ye. » Hevalekî ev pirtûk da min ku navê wî Robîn e.

Di hevoka gerguhêz de, gava ku bireser navekî nediyar be, hingê relatîfa derveyîn, bireserê nîşan dide.

» Min keçek dît ku kirasekî sor lê bû.

» Zilamî pirtûkek xwend ku behsa Kurdan dikir.

» Min hevalekî xwe dît ku navê wî Robîn e.

» Min pirtûkek da hevalekî xwe ku behsa Kurdan dikir.

Di hevokên gerguhêz de, heger kirde navekî diyar be jî, heger bireseke nediyar hebe, reatîfa derveyîn bireserê nîşan dide; lewre bireser di ser kirdeyê re ye.

» Zilamî keçikek dît ku kirasê sor lê bû.

» Min keçikek dît ku kirasê sor lê bû.

» Zilamekî keçikek dît ku kirasê sor lê bû.

» Zilamê ku restoranta wî heye, keçikek dît ku kirasê sor lê bû.

Relatîfa derveyîn dikare îstiqameta dawîn jî nîşan bike. Lê heger bireseke nediyar di hevokê de hebe, hingê îstiqameta dawîn mecbûr e ku ezafeyê bi kar bîne.

» Min pirtûk da hevalê xwe yê ku te doh dîtibû.

» Min pirtûk da hevalekî xwe ku te doh dîtibû.

» Min pirtûkek da hevalê xwe yê ku te doh dîtibû.

» Min pirtûkek da hevalekî xwe yê ku te doh dîtibû.

ENCAMA DAWÎN

Di stratejiya cîhê relatîfan de, divê mirov bizane ku

» Relatîfa navê diyar tim pê ve ye û weke relatîfa navxweyî bi cîh dibe, ji ber ku ew relatîfa sînordar e.

» Relatîfa derveyîn tim navekî nediyar nîşan dide.

» Gava ku kirde û bireser bi hev re navên nediyar bin, bireser di ser kirdeyê re ye; hingê, relatîfa derveyîn bireserê nîşan dide.

» Ji bo ku relatîfa navxweyî bêhna xwendinê fireh bike û barê hevokê sivik bike, mirov dikare rengdêrên îşarkî yên mîna weha û hanê bi kar bîne, da ku relatîfa navxweyî bikare weke relatîfa derveyîn were bicîhkirin.