Hevkarîya leşkerî ya Koreya Bakur û Rûsyayê dê çi biguhere

17/12/2024
SS, Daily Mail

Koreya Bakur û Rûsya di sala 2024ê de peymaneka leşkerî îmze kirine. Li gorî vê peymanê, Koreya Bakur 11 hezar leşker û çekên giran şandine Rûsyayê. Di berdêla vê de, Rûsyayê alîkarîya aborî û teknolojîk daye Koreya Bakur. Lê ev hevkarî dibe ku têkilîyên Koreya Bakur ên bi Çînê re xera bike.

Kim Jong-un, rêberê Koreya Bakur, di meha Hezîranê de bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re peymaneka leşkerî îmze kiriye. Piştî vê peymanê, wî biryar daye ku leşker û çekên giran bişîne Rûsyayê.

Derfetên ku Koreya Bakur bi dest xistine

Dorpêçên navneteweyî yên li ser Koreya Bakur bûbûn sedema krîzeka aborî. Lê hevkarîya bi Rûsyayê re ji bo Koreya Bakur bûye derfeteka nû. Rûsyayê bihayê 5.5 milyar dolaran, petrol û xwarinên bingehîn daye Koreya Bakur. Herwiha teknolojîya çekên pêşketî jî şandiye.

Berjewendîyên stratejîk ên her du welatan

Rûsya ji ber şerê Ukraynayê di tengasîyê de bû. Lewma hewcetî bi leşker û çekên Koreya Bakur hebû. Ji alîyê dî ve, Koreya Bakur ji ber dorpêçan nikaribû bazirganîya xwe ya navneteweyî bike. Rûsyayê ev valahî tijî kiriye.

Xetereyên li pêşîya Koreya Bakur

Koreya Bakur 20 hezar konteynêr çek şandine Rûsyayê. Di nav van de fûze, top û rokêtên nû hebûne. Li gorî pisporên leşkerî, şandina ev qas çekan hêza leşkerî ya Koreya Bakur qels kiriye. Ew êdî nikare li herêma xwe şer bike.

Guhertina hevsengîya herêmî

Çîn heta niho hevparê herî girîng ê Koreya Bakur bû. %90ê bazirganîya Koreya Bakur bi Çînê re bû. Lê nêzîkbûna bi Rûsyayê re dibe ku vê hevsengîyê biguherîne. Ev guhertin dê bandorê li ser têkilîyên herêmî bike.

Çavkanî: Botan Times, The New York Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Sûriyeya piştî Esedî: ‘Sê welatên serkeftî hene’ – Hevpeyvîna Selay Dalakli û Aron Lundî

Weşana paşê

Kobanî dê bibe armanca sereke – The New York Times