Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hevalê Min Hesenê Homê

19/01/2025

Li rojavayê Dêrikê, li binya zinarên pişt Heramya, bi navê Fitinê gundek heye. Ev gund, gundê Mala Ela ye.. Gundê rehmetiyê Hecî Evdirehmanê Qadê Ela. Di salên 1970yan de Fitin li devera Dêrikê ji bo me, (PDKT û KUK) navendek bi qîmet bû û wek keleyek rizgarkirî bû.

Di wan salan de, li Fitinê li wê keleya rizgarkirî bi navê Hesenê Homê hevalekî me hebû. Hesen endamekî Partiyê yê hêja bû. Însanekî henekçî û şên bû. Pir mersele zanîbûn. Wextê ez diçûm gund karê xwe dihişt û dihat. Li nava dar û deviyên gund, li ser wan taht û zinarên di nabêna Erbelûş û Fitinê de bi saetan em digeriyan û dipeyivîn. Em ji hevdu têr nedibûn. Zeman wek avê diherikî. Me hew didît bû êvar û bû sibe. Min ji wî re qala Kurdîstanê dikir û wî jî ji min re çîrok û çîrçîrokên ku zanîbûn û merseleyên di serî de derbas bûbûn digotin.

Hesen însanekî pak û paqij bû. Riya wî tim qusandî kincên wî wer paqij bûn. Xanima wî xoka Fadma (Hesen jê re digot Momê) ew jî weha bû, kitana wê ya spîboz ku ji ser serê xwe bera ser mil û nav pişta xwe dida wek berfa zozana bû. Meriv digot qey li gund najîn. Hesen, havîn ba zivistan ba şewqeyê wî wer di serî de bû. Şewqeyê xwe qet dernedixist. Wek ku di bin şewqe de tiştek vedişart lê çi bû min nizanîbû. Carna wextê dinya pir germ dibû bi qaba şewqeyê xwe digirt bilind dikir, bayekî hênik bi ber serê xwe dixist û cardin wekî berê dikir. Carna jî -de qey pir duxuriya- destê xwe di ber tara şewqe de radikir, bîstikekê duxurand û xura xwe dişkenand. Rojekê dîsa hewa germ bû destê wî di bin şewqe de bû û xirte xirta wî bû. Min got, ‘‘Hesen, ma vê germê tu çima şewqê xwe dernaxe?!’’ Min lê nerî hema şewqe ji serê xwe derxist û li wê navê li orta erdê xist! Ji erdê rimilkek spî bilind bû, bi qamekê toz û dixan bi ser serê me ket. Got, ‘‘Law ma qey ez nizanim germe, ne ez gurî me ha!’’

***

Hesen, ji dûrve meriv ew bi berçavka wî ya reş nas dikir. Berçavka camên wê reş wek perçeyek ji canê wî wer li ber çavan bû. Tenê wextê radiket derdixist. Ew jî ewilî ronayiya lampê dadixist an pif dikirê vedimirand dûre derdixist. Heta bi dereng jî min nizanîbû çavên wî çi reng in. Bi rastî min nizanîbû ku çavekî wî nabîne jî. Tu nabê tenê çavekî wî didît û yê dinê hutîkûr bûye. Rokê çîroka çavê xwe ji min re got. Wextê zarok e, şevekê çavekî wî pê diare. Vêca wer dixure û dişewite digot, ‘‘Min dixwest hema tiliya xwe têde babidim û derxim!’’ De gunde, ne tuxtor û ne derman tiştek tune. Hinek dibên qurmiz baş e, dibên nizanim carekê yê kê weha bûye, wan qurmiz xistinê rehet bûye. Dê û bavê wî ew jî radibin qurmiz dixinê. Lê feqîra qeysê nizanin, dibên qey pirî têxinê baş e, carê kulmek qurmiz dixinê û xavikekê lê girêdidin. De ka hefteyekê ye çiqas e bi wî awayî dewam dikin. Rokê xavikê vedikin lê dinerin çav tuneye, di şuna çav de tenê kortikek vala maye.        

Hesen heta bi çel- pêncî saliya xwe jî tim carna dil dikir ku ji xwe re çavekî çêbikê. Ji der dora xwe dibihîst ku li hin şîfaxaneyên mezin cerahên çavên lek çêdikin henin. Lê pirsgirêkek hebû, ew çavên wek şaqûlên pîmboqî ku di kovika şûna çav de bi cî dikirin sabit bûn û nedihatin girtin. Çavên çêkirî wer vekirî bûn. Vê yekê ew ji xwestina çavê çêkirî sar kiribû. Herwiha vê dawiyê tuxtoran çavên ku dihatin girtin jî çêdikirin, lê êdî Hesen zilamê mezin bû û ew hewesa wî ya ciwaniyê pê re nema bû.

Çend sal berê rokê ji min re got, ‘‘Seleh! Tu zani, însanê niha tu mineta wan ji Xwedê nemayi!’’ Min got, ‘‘Çawa?’’ Got, ‘‘Ma tu nabîni? Çavên xwe çêdikin, porên xwe diçînin, pozê xwe biçûk dikin, û hê çi û ne çi…’’                     

Erê Hesen!..

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

Ciwanmerd Kulek: Bîranînên min ji ku bin, çîrok û romanên min jî ji wir in

Pall Weşanê diyar kir ku dê sibata 2025an romana nû ya Ciwanmerd

Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

*Wêne: Delil Souleiman, AFP. Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li