“Heta salek dê erdhêjên biçûk berdewam bike”

09/02/2023

Du erdhêjên bi navenda Mereşê çêbû li 10 bajaran zînake mezin çêkir.

Heta niha 12 hezar zêdetir mirovan canê xwe ji dest da. Erdhêjên piçûk yên li van bajaran hêj berdewam dike. 

Ji ber tirsa erdhêjên nû çêbibe li 10 bajaran mirov şeva xwe li derva derbas dikin û nakevin malên xwe.

Li gor nûçeya Kısa Dalgayê, Midûrê Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Haluk Ozener diyar dike ku erdhêjên biçûk heta saleke wê berdewam bike.

Heta niha hezar û 200 erdhejên paşerojê hatine çareserkirin û dibe ku ev hejmar ji 9 hezarî derbas bibe.

“Bi hefteyan, bi mehan bi …” 

Prof Ozener dibêje, “Heta niha navenda me hezar û 200 erdhêjên biçûk tespît kir.  Ji wan 256 erdhêjan ji 4 pîleyan mezintir bû.”

Li gor Ozener, Van erdhêjan wê bi hefteyan bi mehan her wiha dibe ku heta saleke berdewam bike.

Ozener dîyar dike ku wan di sala 2017an de erdhêja li Kos a Bodrumê de çêbû wan 9 hezar erdhêjan tespit kiriye. 

Akademisyen Ozener dibêje ew li heviyêne niha wan reqaman jî derbas bike. 

“Aram bin”

Midûrê Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçî Prof hişyarî li welatiyan dike.

Welatiyên me bila aram bin û li heviye erdhêjên biçûk bin. Ji avahiyên zirar dîtine dur bikevin û li cihên  bi ewle bisekinin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Di dema erdhejê de divê hûn çi bikin?

Weşana paşê

Karsazên Amedê: Bi lezgînî Derîyê Sînor yê Nisêbînê vekin!