“Heta her kes azad nebe ti kes ne azad e!” – Greta li Amedê bû

28/11/2024

Aktîvîsta îklîmê ya ku ji bo hemî dinyayê bûye sembolek, Greta Thunberg li Amedê bû. Wê piştî serdana xwe li hesabên xwe yên medyaya civakî peyameka dirêj weşandiye. Botan Times wergera wê diweşîne:

Van demên dawîyê ez li Kurdistana Bakur geriyam û min bi Kurdên ji hemû paşxaneyên cida re civîn kir. Wan ne li hesab çîrokên zilm û zordariya sîstematîk a ku niha pê re rû bi rû dimînin – bi taybetî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve – û dîrokeke tije komkujî ji min re gotin.

Wêrankirina xwezayê û îstîsmara wê – wek birîna daran a ne qanûnî, herêmên ku ji bo şîrketên madenê tên gorîkirin û şewat – yek ji gelek amûrên ku di êrîşên berdewam ên li dijî Kurdan de tên bikaranîn e. Ev pir caran dibe sedema wêrankirina civakên herêmî û hawîrdorê û koçberiya bi zorê.

Jêbirina çand û nasnameyê, tundiya dewletê, girtiyên siyasî, koçberiya bi zorê, jenosîda ekolojîk û wendakirin tenê hin mînak in ji cudakariya ku gel her roj pê re rû bi rû dimîne, û herwiha mafê xweserî û azadiyê jî ji bo wan tê înkarkirin.

Ji bo avakirina pirên rastîn ên hevgirtinê li Tirkiyeyê, otonomî û xwerêveberiya herêmên Kurdî pêwîst in. Gelê Kurd heq e ku jiyana xwe, çanda xwe û civakên xwe bi xwe şikil bide. Divê Tirkiye helwesta xwe ya li hember Kurd û kêmneteweyên din zelal bike bi bicihkirina mafên wan di destûrê de.

Hikûmet berdewam “terorîzm”ê wek hincet bi kar tîne da ku dengê dijberên xwe yên siyasî bibire. Bi deh hezaran kesên çalak ên siyasî bê dadgehkirineke dadmend di girtîgehan de dimînin. Rêxistinên navneteweyî yên wek DMME, NY û Efûyê ev yek şermezar kirine û gazî azadkirina wan dikin.

Ji bo aştiyeke mayînde û paşerojeke dadmend, divê mafê Kurdan ê azadî û xweseriyê bê qebûlkirin û êrîşên tund ên li dijî Kurdistanê bi dawî bibin. Heta her kes azad nebe tu kes azad nabe.

Bijî Kurdistan!


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Meletîyê erd hejîya

Serokatîya Rêvebirîya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandîye ku di saet 10.46an de

Li Meletîyê erd hejîya – 5.9

Li bajarê Meletîyê erd hejîya, 5.9. Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez

Li Semsûrê erd hejiya

Li Çelîkhan, navçeya Semsûrê di saet 03.22an de bi pileya 4.0an erd