8emîn kargeha rojnamegerîyê ya Botan Internationalê , kargeha Nefes û Dîsksîyonê pêk hat. Belê 8emîn, ji bo ku ev kargeh dîsa bê dubarekirin RSFyê û Botanê biryar da ku van dersan her yekê weka kargehekê bihesibînin da ku bikaribin kargeha Nefes û Dîksîyonê serbixwe were dubarekirin. Ev kargeh bi hevkarîya RSFyê (Rojnamegerên Sînornenas) tên pêk anîn. Ev Çaremîn kargeh bû ku bi sponsorî û hevkarîya RSFyê hate kirin.
Li gor van şertan Botan Internationalê heta niha bi tevahî 8 kargeh pêk anîne, 8emîn kargeh kargeha Nefes û Dîksîyonê (24.10.2021) bû ku gelekî bal û ‘eleqe standin. Ev kargeh bi hevkarîya RSFyê (Rojnamegerên Sînornenas) tên pêk anîn. Ev çaremîn kargeh e ku bi sponsorî û hevkarîya RSFyê tê kirin.
Kontenjan bi 10 kesan sînorkirî bû
Di vê kargehê de kontenjan bi 10 kesan hate sînorkirin û 7 kes ji van beşdarên kargeha Podcastan bûn. Ji bo ku berdewamîya perwerdeyê hebe Botanê û RSFê ew biryar dan ku mafê beşdarîyê yê beşdarên kargeha Podcastan bê parastin, lewra kargehên berî niha bi giştî di derbarê rojnamegerîyê de bi çarçoweyeka berfireh bûn lê ev du kargeh in ku bi serenav û çarçoveyeka spesîfîk kargeh tên pêk anîn. Lewra jî ew biryar hate dayîn ku mafê beşdarên berê bê parastin û li gor vê yekê jî tenê 3 kesên nû hatin hilbijartin ji bo vê kargehê.
Helbet gava kontenjana beşdarên nû hate îlankirin û gelek daxwaz hatin kirin, bi taybet ji bo kargeha Nefes û Dîksîyonê, ew biryar hate dayîn ku kargeheka din bi taybet ji bo Nefes û Dîksîyonê bê li dar xistin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Berî ku ofîsa Botan Intê li Diyarbekir bê vekirin kargeh bi awayekî onlîne bi rêya bernameya ZOOMê dihatin pêk anîn lê êdî kargeh li ofîsa Diyarbekirê rû bi rû têne kirin.
Di vê kargehê de dersên Nefes û Dîksîyonê tên dayîn. Etnomûzîkolog Serdar Canan ev ders dan.
Di vê dersê de mijar çi bû?
Serdar Canan bi berfirehî behsa nefes û dîksîyonê kir, di destpêkê de bi awayekî termînolojî nefes û dîksîyon dane danasîn, ka gelo nefes bi kîjan wesleyan nefes tê standin, dîyafram çawa dikeve dewrê vê gavê, kezeb çawa, dev çawa, lêv çawa û hwd. Behsa anatomîya nefesê kir. Herweha bi heman şiklî dîsa gelo dîksîyon çi ye û li gor çi dîksîyona zimanekî tê diyarkirin, ev dîksîyon di her zimanekî de li gor çi dughere û hwd. bi berfirehî behsa van yekan kir.
û ev agahî bi mînakên axaftin an pêşkêşîyan piştrast kirin.
Herweha dîsa bi mînakên dengbêjîyê yên kurdistanê, herêm bi herêm mînakên nefesê û ka ew dengbêj dîyaframa xwe çawa bi kar tînin, nefesa xwe çawa bi kar tînin da nîşan. Herweha dîsa bi mînakên dengbêjîyê mînak dan cureyên dengan.
Ev ders bi mînak û egzersizên deng û nefesan hate temamkirin.
Serdar Canan kî ye?
Serdar, sala 1986an de li herêma Colemêrgê gundê Befircan a girêdayiyê navçeya Geverê hatiye dinyayê.
2009an de li bajêrê Stenbolê konservatuvara zankoya Mîmar Sînan Güzel Sanatlar Üniversitesi Konsevatuvara Dewletê di beşa Etnomûzîkolojîyê qezenç kir. Heman salê de di “Tiyatro D22”yê de desp bi perwerda şanoyê kir. Li D22yê perwerdeya dîksîyon û nefesê wergirt.
2015an de carek din li zankoya Mîmar Sînanê de di beşa xwe ya etnomûzîkolojiyê desp bi lisans a bilind kir. 2019an de teza xwe ya bi navê, “Li Colemêrgê û Derdora Wê Reqsên Gelêrî Yên Kevneşopî û Taybetmendiyên Wan ên Muzîkê” ve nivîsand û qedant. Li Stenbolê jî nêzîk pênc(5) mehan ji bo Zarok Tv yê dublaja kurmancî kir. 2019an û ber bi 2020 de tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de jî wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cîh girt û lîstikvanî kir.
Di serê sala 2021an de jî di belgefilma li ser dengbêjiyê li Japonyayê hatî çêkirin ya bi navê “Voices From the Homeland” de wek kontrolörê beşa kurdî kar kir.
Weşanên dawiyê
- Nûçe16/04/2022Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye
- Nûçe17/03/2022ÎHDyê di derbarê mîtînga 8ê Adarê ya roja jinan de raporek weşandiye
- Nûçe13/03/2022Odeya Bijîşkên Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasîyê” da Emîne Şenyaşarê
- Nûçe11/03/2022Kiliçdaroglu: “Kurdistan navekî fermî ye”