Hesen Ildiz dê li Stenbolê kitêbên xwe îmze bike

Hesen Ildiz dê li Stenbolê kitêbên xwe îmze bike
Hesen Ildiz dê li Stenbolê kitêbên xwe îmze bike
Botan Times

Nivîskar Hesen Ildiz dê li stenbolê ligel xwînerên xwe be û dê kitêbên xwe îmze bike.

Hesen Ildiz heta niha sê kitêb nivîsîne ku kitêba wî ya çîrokan ya dawîyê Siya Yê Din ji Pall weşanê çap bûye.

Bername dê 21ê Cotmehê li Medya Kitabeviyê saet 15:00yan dest pê bike.

Kitêba wî ya ewil a çîrokan bi navê Tirspîvan (Belkî, 2015) û romana wî ya ewil bi navê Qal (Peywend, 2019) çap bûye. Romana Herta Müller bi navê Dilajal (Lîs, 2022) wergerandîye kurdî.