Here, here, hindî tu çûyî!

Nıvîskar:
3 weeks berê

Vedigêrrin dema li destpêka sedsala bîstê (1906ê) Ellame Mehmed Iqbalê Lahorî (1877-1938) ji bo xwandina li zanîngeha Kambrîcê Londonê bû, carekê li nîva şevê bi qîrî û hewar ji malê derkevt ser cadeyê û hemî hevsî û cîranên wî jî ji xewê şîyar bûn û ber bi wî ve çûn dazanîba ka çi bi serê wî hatibû. Iqbal nedihat aramkirin û her hewar dikir.


Mesele ev bû: Iqbalê Lahorî Mesnewî ya Meinewî ya. Mewlana Celaledînê Belxî yê Romî dixwand û ji nişkê ve gehişit vê malikê:


Dûst dared yar în aşftegî/kûşişê bîhude beh ez xiftegî
(Hez dike yar ji vê şepirzeyî û alozîyê/xebat û lebata bê-fayîde baştir e ji nivistinê)


Vê malikê bandoreka wesa mezin li Iqbalî kir ko bi kesî nedihat kerrkirin û wekî dînan her hewar dikir. Me çendan ev malik û bi dehan malikên wekî vê dîtine û xwandine û hema mûyek jî li xwe nebizavtîye?


Gelek caran mirov dikare (çi wekî kitekes, çi jî wekî gel û netewe) gelek karan bike, lê destan bi ber xwe da şorr dike û çi karekî nake; an xwe bi tşitên bê-biha ve mijûl dike.

Delîveyên zêrrîn û dîrokî dihên û derbaz dibin û ew bi xewê ve (bi çûna bo konserên stranbêjên tirk û ereb ve, bi çûna bo ser perravên Antalya û Stenbolê ve, bi komkirina dolaran ve, bi kêşana nargîleyê ve, bi firotina apartmanan û vîllayan bi ereban ve, bi kirrîn û berêkaneya avakirina malên mezin yên çend qatî ve, bi kirrîna Land Cruiser û Range Roveran ve, …) xwe mijûl dike, heta dibîne wax! … Zimanê Kurdî çû, ax û welat çû, Şingal çû, … Kerkûk çû, … Efrîn çû, Meaş çû, … Neft çû, … Moçe çû, Hevlêr çû, … Herêm çû, … wax! Emir çû!!
Di van sîhـû-çend salan da karê bi biha refrandûm bû.
Vêca min ev çîroka Mehmed Iqbalê rehmetî got da bibêjm tşitek ji bêhîvîtiyê xirabtir nîne, heker hebe xwe mijûlkirina bi karên bê-mifa ve ye. Nemaze ciwanên ko ji Tîktok û Facebook û nargîle û lîstika kaxezan û tşitên ji wan xirabtir pêvetir tşitekî nakin, ne jibo mejî yê xwe, ne jibo berîka xwe, ne jibo malbata xwe, ne jibo welatê xwe, ne jibo dinyaya xwe, ne jibo axireta xwe.

Min bi hilkevt û bi xêra keça xwe ev strana Harûnê Elkî bihîst. Hema êkser ev malika Mesnewî ya Meinewî îna bîra min. Ez nizanim helbest ya kê ye û nizanim jî ka hayê helbestvanê wê jî ji wê malika Mesnewî ya Mewlanayî jî heye an ne. Lê tiştê ez dizanim dibê stranên weha hebin, dibê stranbêjên weha hebin, dibê helbestvanên weha hebin û dbê guhdarên van stranan hebin û dibê kurd jî ji xebatê sarr nebin, dibê hertim li ser rêyê bimînin .

War rê bi xwe ye, armanc çûn bi xwe ye. sekinîn genîbûn e, ji-xwe-razîbûn rizîn e, bêhîvîtî mirineka berî mirinê ye.
guhdarî xweş

herre! herre! hindî tu çûyî
çi hebe li ser rêyan e
ji dûr ve çi ne xuya ye.

herre! çi swar û peyayi yî,
nisîb her li ser rêya ye;
xêr û bêr ya rêwîya ye.

xwe negire! herre!
herre! herre!

herre! herre! hindî çiya ye,
hindî kendal û giya ye;
bilindbûn ji hîvîya ye.
çiya dawî ya rêya ye.

His bike ew rihma diya ye
xwe berde rehma çiya ye!


Notên edîtorî: Strana here, here Harûn Elkî bi xwe nivîsîye


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û