Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat

Ajansa Mezopotamyayê bi Endamê Konseya Navendî ya TTByê, Halis Yerlikaya re li ser rewşa bijîşkan û sîstema tendûristîyê axivîne. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Halis Yerlikaya, diyar kir ku her meh herî kêm 80 bijîşk serî li TTB’ê didin ku biçin li derveyî welêt bixebitin. Yerlîkaya, anî ziman ku wisa […]

Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
Vahdet Uçar
  • 3 Kasım 2021 08:12

Ajansa Mezopotamyayê bi Endamê Konseya Navendî ya TTByê, Halis Yerlikaya re li ser rewşa bijîşkan û sîstema tendûristîyê axivîne.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Halis Yerlikaya, diyar kir ku her meh herî kêm 80 bijîşk serî li TTB’ê didin ku biçin li derveyî welêt bixebitin. Yerlîkaya, anî ziman ku wisa bidome dibe ku li nexweşxaneyên dewletê bijîşk nemînin. Her diçe hejmara bijîşkên ku ji bo biçin li derveyî welêt bixebitin serî li Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) didin zêdetir dibe. 

Halis Yerlikaya, ragihand ku di 18 mehên dawî yên pandemîyê de 8 hezar bijîşk ji nexweşxaneyên dewletê îstifa kirine û derbasî nexweşxaneyên taybet bûne yan jî çûne derveyî welêt. Yerlîkaya, bilêv kir ku niha hema bibêje pergala tenduristiyê rûxiyaye û got: “Bijîşk ji bo biçin li derveyî welêt bixebitin serî li TTB’ê didin. Hejmarên di dest me de xeteriya rewşê didin der. Di sala 2012’an de kesên ji bo biçin li derveyî welêt bixebin serî li TTB’ê dan salê 59 bû, lê niha zêdetir e. Her sal bi qasî hejmara 6 fakulteyên tibê, yanî her meh herî kêm 80 bijîşk diçin derveyî welêt.”  

BINPÊKIRINA MAFAN

Yerlikaya, destnîşan kir ku tenê tenduristkar li dijî pandemiyê têdikoşin û di vê pêvajoyê de gelek mafên tenduristkaran hatine binpêkirin. Yerlikaya got: “Jixwe mafên xebatkarên tenduristiyê bi bernameya ‘veguherandina tendurstiyê’ re her diçe kêmtir dibin. Ji ber stratejiya ji bo şewbê ku li nexweşxaneyan hat kirin û ji ber bargiraniya kar, gelek kedkarên tenduristiyê bi vê şewbê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê di şert û mercên dijwar de xebitîn. Qîrîna kedkarên tenduristiyê heya demeke dirêj jî nehat bihîstin. Vê yekê bi îstifakirinan xwe da der.” 

‘DIBE KU NEXWEŞ BIJÎŞKAN PEYDE NEKE’

Yerlikaya, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên giran ên xebatê û bidestnexistina heqê kedê, her diçe hejmara bijîşkên nexweşxaneyên dewletê kêm dibe û got: “Ev yek bi taybetî dê li bajarên herêmê bibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe bi taybetî li bajarên herêmê di warê randevûyê de pirsgirêkên gelekî mezin hene. Di dema pandemiyê ji ber ku tevahiya xebatkarên tenduristiyê li ser pandemiyê hûr bûn, dermankirina welatiyên din hat taloqkirin. Ji ber şert û mercên kar û nebidestxistina heqê kedê her diçe hejmara bijîşkên li nexweşxaneyên dewletê kêm dibe Heger wisa bidome dibe ku roj bê li nexweşxaneyên dewletê bijîşk nemînin.”