Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Her ku biha zêde dibe, kirîn û firotin kêm dibe”

13/01/2023

Yek ji xwerînên Diyarbêkirê yên herî popûler şîranî ye.

Serokê Odeya Xweringeh, Kebabfiroş û Şîraniyan a Amedê  Haşim Elkanî ji IHAyê re diyar kiriye, asta şîrîniyên ku di sala 2022an de hatine çêkirin li gorî salên berê zêdetir e.

Par li Diyarbekirê 2 hezar û 500 ton şîranî hatîye çêkirin.

Botan Timesê li ser vê gotinê bi du şîranîfiroşan re axaft. Her du jî bi salan e li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê kar dikin.

Şêranîfiroşê ku 25 sal in şîranîyan difiroşe û naxwaze navê xwe eşkere bike got ji ber vê krîzê kar tinne ye, ji sala çûyî vir ve nikarin şiranîya bifroşin.

Em nikarin malzemeyên ji bo çêkirina şîrînayî bibînin, tîştên ku em dibinn jÎ pir biha ye. Tûrsêk ard 8-9 sed lîraye, şêkir jî bûye hezar û 250 lîreyî. Berê me fistiqan bi tonan dikirî lê niha em nikarin bi kîloyan bistînin.”

Yek jî şîrînfiroşê ku bi salan e li Dagkapiyê li dikana Sehmus Tatlî kar dike got:

Em mehane 500 kîlo şêranîyan difiroşin.

Ew der zincîre-saziyek e, çend dikanên din jî hene. Niha kîloya Kadayifa Bûrme bûye 2 sed û 40 lîreyan e. Di dawî ye Çilêye de dê bibe 2 sed û 70 lîre.

Her ku bihayên malzemeyên şîrînayî bêtir bibe fiyat jî radibe.

Ew dibeje ku her ku biha zêde dibe, kirîn kêm dibe.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û