Şaredarîya Dîyarbekir, li Birca Keçikê pêşangeheke bi navê ”Her Du Çavên Min Dîyarekir – Çar Mewsim” vekir.
Pêşangeh, bi fotografên platforma bajêr bi hevkarîya Federasyona Hunera Fotografan ya Tirkîyê (TFSF) hatiye hazirkirin.
Li gor danasînê pêşangahê, wênehezan ji Mijdara 2021an pê ve fotografên Dîyarbekir li platforma dîjîtal ya şaredarîyê bar kirine û berpirsan jî ji fotografan bijareyek çêkiriye.
Ji wênehezan, Fatîh Yılmaz bi ”Hasbîhal” bûye yekem. Kübra Soylu bi ”Dewa Hamam” bûye duyem û Emrah Yıldız jî bi ”Köprü” di rêza sêyan de ye.



Gotineke Cahit Sikti Taranci jî, ku şaîrekî Dîyarbekirî ye, li pêşangehê hatiye bi cîh kirin.
“Hezkirina Diyarbêkirê wezîfeyek e û wezîfeyek wusa miqedes e ku nayê piştguhkirin.”
Berpirsê ewlekarîya pêşangehê ji Botan Timesê re da zanîn ku rojane bi qasî hezar kes serdana pêşangehê dikin. Wî dîyar kir pirtir kal û pîr têne pêşangehê.

Li gor berpirsê ewlekarîyê, jiber ku reklama pêşangehê baş nehatiye kirin kêm kesan hay ji pêşangehê heye.
Pêşangeha Her Du Çavên Min Dîyarbekir – Çar Mewsim heta 31ê Berfenbarê vekirî ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.