Weşanên Azad çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî weşandine. Pêşeng Pêtoyan ev berhem ji Tirkî wergerandine û wek du cild bi navê “Hemû Çîrok-I” û “Hemû Çîrok-II” derketine pêşberî xwendevanan.
Berhemên klasîk ên edebiyata Tirkî gihîştine xwendevanên Kurd
Weşanên Azad, ku bi piranî di warê dîrok û çanda Kurdan de pirtûkan diweşîne, vê carê berhemên Sabahattîn Alî yên ku bandoreke mezin li ser edebiyata Tirkî kirine wergerandine Kurmancî.
Ev pênc pirtûkên ku di navbera salên 1935 û 1947ê de hatine weşandin, bi tevahî 60 çîrok û 4 çîrvanok di xwe de dihewînin. Navên resen ên pirtûkan – “Değirmen” (1935), “Kağnı” (1936), “Ses” (1937), “Yeni Dünya” (1943) û “Sırça Köşk” (1947) – bi Kurmancî wek “Aş”, “Erebeya Ga”, “Deng”, “Dinyaya Nû” û “Koşka Şûşe” hatine wergerandin.
Weşanxaneyê giring dibîne
Eslîxan Yildirim, Gerînendeya Weşanên Azad, di pêşgotina van pirtûkan de armanca vê projeyê diyar kiriye:
“Yek ji mebesta me ya sereke jî parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî ye.”
Yildirimê gotiye ku dema wê dosyeya wergera çîrokên Sabahattîn Alî dîtiye, “bêyî dudilî”yê biryara çapkirinê daye. Ew her wiha destnîşan kiriye ku hem “mijar û vegotina” Alî û hem jî “wergera bedew” ya Pêtoyan di vê biryarê de bandor bûne.
Li gor Yildirimê, ev berhem “wê xwîneran bikişînin nav fikrên kûr û balkêş” ji ber ku ew “herikbar û tije mijarên girîng” in.
Ji helbestvaniyê ber bi çîroknivîsiyê ve
Sabahattîn Alî di sala 1907ê de li Egrîdereya (navê niho Ardîno) ya Edîrneyê hatiye dinyayê. Wî di salên xwe yên xwendekaryê de dest bi nivîskariyê kiriye û piştî demekê di warê çîroknivîsiyê de navdar bûye.
Alî di çîrokên xwe de bêhtir li ser deng û jiyana “belengaz û rebenan” rawestiyaye. Wî pirsgirêkên civakî û neheqî bi awayekî hunerî di çîrokan de derpêş kirine.
Rexneyên wî yên li ser desthilatdariyê gelek caran bûne sedem ku ew were sucdarkirin û hepsîkirin. Di dawiyê de, dema di sala 1948ê de dixwest ji Tirkiyeyê bireve û here Ewrûpayê, bi rê de hatiye kuştin.
Niha, piştî heftê salan ji kuştina wî, çîrokên Alî bi rêya wergerê gihîştine xwendevanên Kurd jî.
Çavkanî:
Weşanxaneya Azad, Botan Times
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.