Nexwe ne girîng e bê em bi rastî kî ne û li ku derê dijîn, em girêdayî vîn û biryara kujerên xwe ne.
Li Amedê, di meşeke protestoyê de ya ku ji bo keça kurd Narînê (û xwedîlêderketina zarokan) hatiye li dar xistin, hevseroka weqfekê dipeyive; “Divê malbat zar û zêçên xwe xwe biparêzin, li tevahiya dinyayê weha ye. Lêbelê di civaka me de malbat zar û zêçên xwe naparêzin. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku civaka ku em lê dijîn, riziyaye.” [1]
Ji Leibniz (1646-1716) heya bi Hegelî (1770-1831), ramanwerên gerdîşî, afirînerê dinyayeke ku di nava xwe de xerabiyê jî vedihewand, parastibûn. Di Monadolojiya xwe de Leibniz, li ser du rêbazên ku wan wek rêbazên bingehîn bi nav kiribû, hûr û kur bûbû; rêbaza dubendiyê û rêbaza sedema ehîl. Ev her du rêbaz, bi rêbazine din re hatibûn nîqaşkirin, ku yek ji wan jî, rêbaza yê herî baş bû. Di bingeha felsefeya wî de Xweda(yek) hebû û ew Xweda tim û dayîm (û bêgûman), ji bo yê herî baş tevdigeriya. Bi tevî ku Leibniz bi giştî wekî aksîyomê li ser xebitîbû jî, di Rapeyva Derheqa Metafîzîkê de argûmentek jî danîbû ber me: “Xwedê teqez bûnewerekî nuwaze ye.” Sedema ehîl ji fikirînên li ser afirandina dinyayê hatibû pê, di nava hemû dinyayên gengaz de dinyaya me a herî baş bû. Li gor felsefeya Xwedênasiyê ya hingê, teqdîra îlahî teqdîreke wisa bû ku ji xerabiyê, qencî diafirand –bêgûman ev ne baweriyeke awarte bû jî. Lewre, xerabiya ku ji destê mirovan dihat kirin jî, ji Xwedê teala dihat, ne bêçûne bû û ne jî deraqilane bû, armancek û berbîniyeke wê hebû. Leibniz jî, Hegel jî ji felsefeya dêrîn a Yewnanî sûd wergirtibûn. Li alîyekî Thomassius, li alîyekî Pîsagor û Eflatûn. Hegel jî di Beşa Duwem a şaneyên xwe de digot; “Di nava Yewnanîyan de em xwe fena ku em di mala xwe de bin hîs dikin, lewre em li ser axa giyananan in.”
Di Yewnana Dêrîn de dijberiya di navbeyna ronahî û tarî, ba û bahoz û tîrêjên rojê, zivistan û havînê de, diyardeyên xwezayî bûn, lêbelê pirsên ku wan şaşwaz dikir jî li ber çavan bûn, çawa dibû ku başî û xerabî, guneh û dilpakî, saxî û nexweşî di zikê hev de dijiyan? Ciyawaziya mîtolojiya Yewnanî jî ji vir dihat; di efsaneyên wan de şeytan (di wateya xerabiyê de) pir bûn, lêbelê ji wan bi dûr bûn jî. Çi bi şiroveyên Xwedênasiyê çi bi yên sekuler ranêzîkî meseleyê bibin, xerabî li ber fêmbariya ji dinyayê (di heman demê de li ber felsefeyê jî) aloziyek bû; mirovên bêguneh (yên qenc) êş û jan dikişandin, ka çi wateya dinyayê hebû? Kant jî li ser heman rêyê meşiyabû (di felsefeya xwe ya mêjûyê de li ser bal kişandibû vê pirsê), xerabiyê dikarî qenciyeke mezintir jî biafirîne!
Augustinusê Ezîz (P.Z. sedeya 5an) yekem ramanwer bû yê ku xerabî di ser karîna îradeyê re (facultatem voluntatis) gengeşî kiribû û îro em bi xêra wî dikarin li ser têgihana nûjen a xerabiyê bipeyivin. Lêbelê, heya bi Immanuel Kant jî xerabî, yan jî heyîna wê, wek kirûyeke hatibû gengeşîkirin, ya ku gef li hebûna Xwedayî û tiştê pîrozîn dixwar. Kant, teoriya xwe ya derheqê xerabiyê de, berevajî bîr û boçûnên ramanwerên berî xwe, tûndûtûjtir kir, li gorî wî xerabî ne kêşeyeke teolojîk bû û diviya ku di çarçoveya Xwedênasiyê de neyê gengeşîkirin. Bi bîr û boçûnên Kantî re xerabî, wek meyleke xwezaya mirov hat formûlekirin û bi Nietzscheyî re jî, gihîşt asta xwe ya herî bilind. Nietzsche, xerabiyê wek nirxekî exlaqî pênase kiribû, ya ku di encama hîyerarşiya di nava civakê de derdiket holê. Jê û pê de têgeh, di nava kelepora felsefeya hevçerx de çûbû û hatibû û bi Holokostê re jî (bi fikrên ramanwerên hevçerx yên wek Hannah Arendt, Emmanuel Levinas û Theodor Adornoyî re) [2] wek awayekî ji awayên zilm û zordariya dewletê (û a rejîman) hatibû bilêvkirin.
Bêgûman, wek metaforeke rûxîner, redkirina ol û Xwedê di rêwitiya edebî ya Kafkayî de jî serî hilda bû, tişta ku ranêzîkbûna Kafkayî ji ya Nietzscheyî cihê dikir, ne bi tenê redkirina olê bû, Kafka bêhtir bal kişandibû ser têgihên wek “Guneh”, “Xerabî” û “Şeytên”, yên ku ji bo bawermendan wek têgihine neyênî dihatin pejirandin. Nietzsche bi çend derbên pênûsê Xwedê kuştibû, belam Kafka biqasî wî cegermend nînbû, wî negihiştinbariya bo Xwedê, wek delîlekî hebûna wî bi kar anîbû, helbet bi vê pirsê re: Li dinyayeke ku di asteke îlahî de hatibû afirandin, kêşeya hebûna xerabiyê dê li ku bûya? Belê, hêzinî hebûn ku bi xwe re xerabiyê dianîn (Kafka bibû şahidê vê xerabiyê), lewre Xwedayekî me yê dilreq û xerab jî hebû.
Divê em qebûl bikin ku xwezayeke xerabiyê heye, lêbelê bertekên me yên rewa yên li dijî xerabiyê jî, sînorkirî ne. Em neşên li hemberî xerabiyê, bi xerabiyeke hê xerabtir bersivê bidin, belam em neşên xwe ji van hestan û ji xerabiyê biparêzin! Ne girîng e bê em bi rastî kî ne û li ku derê dijîn, em girêdayî vîn û biryara kujerên xwe ne.
Di vê qonaxê de pirseke girîft a empîrîk derdikeve pêşiya me; gelo reftarên raşehitî genetîk in yan di encama xudankirineke xerab de derdikevin holê? Li gorî bîr û boçûnên ramanwera sincî ya Amerîkî Susan R. Wolfê, mirovên ku xwediyê xwe û sincekî xerab in, ji bo ku bi nirxên çak nehatine xudankirin (yan perwerdekirin) nikarin civakê bi tiştine rast û ‘normatîf’ jî bixwînin yan binirxînin. Wolf, wan wek psîkotîkan pênase dike, lewre ew jî neşên di derheqa dinyayê û tiştan de gotinên rast bikin yan bi başî tevbigerin.
H. J. McCloskey di sala 1960î de bi ser pirsgirêka di navbera hebûna Xwedê û xerabiyê ve bibû, ji aliyê mentiqê ve, di navbera bawerîpêanîna hebûn û qudreta Xwedê (ya ku di ser hertiştî re bû û bi her tiştî dizanî) û rastiya xerabiyê de neyeksaniyek hebû. Çawa dibû ku tiştên ku ji bo Xwedê dihatin gotin (Xwedê qadirê hertiştî ye, xwedî bi qudret e, Xwedê ji her tiştî agahdar e, Xwedê qenc e, hem jî bê qal û qîl) di heman demê de tevde beraqil bin jî? Ev pirsa hanê ji bo teîstan jî (ne deîst) aloziyek bû. Nexwe ji ber çi li ser rûyê dinyayê xerabî hebû? Û ji ber çi Narîna delaliya malê, bi destên wan bawermendan hatibû kuştin? Ma ne di Qûranê de jî hebû; “Her kî karên baş bike ji xwe re dike. Her kî xerabiyê bike ji xwe re dike. Hekena kes ebeden zilmê li evdên Xwedê nake.” Li gor şiroveyekê, dest û piyên wan jî dê şahidiyê bikirana. Belam şahid û şihûd jî bes bi vê yekê sînordar nebûn; şûnwarên ku lê geriyabûn, cihên ku lê qencî û xerabî kiribûn, wê tevde bibûna şahid.
Em dikarin bertekên ku di qonaxa windabûn û lêgerînê de (û yên piştî dîtina termê keça kurd Narînê) yên ku di medyaya civakî de hatine nîşandan, di ser hin kêş û vekêşên din re bisenifînin
–ku ew jî bi têra xwe seyr û balkêş in! Divê mirov careka din li wêneyê mezin ê silametiya derûnî a herdu civakan (a roma reş û kurdan) hûr û kûr bibe, ya ku vê dawiyê bi sedema (mixabin) kuştina qeçika kurd Narînê geş û gurrtir bûye. Bêgûman, rola mezin a Xê ye (bi navê xwe yê berê a Twitterê), bi dehan rûdanên wehakî, bi rêya amûrên medyaya civakî belav dibin. Lêbelê amûrên medyaya civakî, ji xeynî belavkirina bûyerên diltezîn, tiştekî din jî bi xwe re tînin; Xerabiyeke jîrbêjiyê (discursive), ku di mînaka Narînê de ev bû qampanyayeke reşkirinê, hem jî ji aliyê nûnerên herdu civakan ve! Ji xêncî hin manendiyên ku hema qet nakevin serê me –çawa dibû ku kurd û rom (dijminên hetahetayî) wekî hev difikirîn û bertekên wan jî dişibiyan hev?), raya gel a herdu civakan di çala sekuleriyê de anîn ba hev.
Bertekên Can Dundarî û yên Omer Zulfu Livaneliyî yan jî yên Mine Kirikkanatê, yan Nevzat Çelikî, yan jî yên Gulben Ergenê, Demet Akalinê û yên mayîn, bi helwêsta Serokkomarê Tirkîyeyê Erdoganî re geş û gurrtir bûn –ku tevde wek bertekên kolonyal derdiketin pêş. Wek ku di raya gel a kurdan de jî rû dabû, teyfeyêd Kemalperestan jî ne li ser gotinekê bûn. Kemalîstên ku bûyera diltezîn wek kêmasiyeke mezin a projeya şaristaniyê û perwerdehiyê didîtin, bi lez û bez dest avêtin amûrên xwe yên bişavtinê; di vê qonaxê de herêma ku jê re digotin “Kurdistan” hîn jî parçeyeke welatê wan bû, bi navê xwe yê din ‘welatê jibîrkirî’. Di vê bûyerê de jî sedema qetlê bi nezanîna şêniyên gund û bi gerdîşên hoz û eşîrtî û binemalê ve hatin girêdan û pê re pê re bi peyva rizînê hatin pênasekirin. Ango cihê ku jê re digotin “herêm” (Bnr. şiroveyên Livaneliyî û yên mayîn) di tesewira wan de hîn jî a wan bû, mixabin bipaşdemayî bû. “Cumhurîyet” û rêgezên Mustafa Kemêl, yan qet bi wî alîyî de neçûbûn yan jî çûbûn gehîştibûn wir lê ji ber hin sedeman bi ser neketibûn. Çi bûn ew sedem? Min ew li jor rêz kirin, a mayîn jî jixwe dîn û îman û hebûna malbatê bû.
Çawan dibû ku di sedeya bîstûyekemîn de li welatê wan ê modern(!) rûdanên wehakî diqewimîn? Ma kurd di guhê gê de bûn!? Ji hunermendên wan bigire heya bi wêjekar, helbestvan, stranbêj, derhêner, modevan, kurator û galerîstan, şiroveyên xwe bi yekdevî rêz kirin: ‘Ew der’ birîneke reş bû! Û li gor tesewira vê teyfeyê, Narîna keça kurd bibû goriyê kelepor, zelalet û dexeliyê ya ku bi salan li heremê per vedabû. Bi fikra vesazkirina Köy Enstitüleriyê jî (Enstîtûyên Gundan) pergala mêtingeriyê ji nû ve diket rojevê, hin ‘munewerên esilkurd’ jî di ser banga vesazkirin û xurtkirina bişavtinê re piştgiriyeke bêhampa didan efendiyên xwe. Alozî di hebûna malbatê de bû û diviya serê pêşîn malbat ji holê bihata rakirin!
Seyr bû ya rast, sedî nodê bikarhêneran şîzoîd bûn; ji alîyekî ve banga jiholêrakirina malbatê dikirin û ji alîyekî ve jî (hema hema bi dû re) bi hestên nostaljîk wêneyên malbatê parve dikirin; dayîkeke kurd, bavekî kurd, xwişk û birayên kurd, yên ku tûşî zilm û zordariya romê hatibûn. Dîsan jî, munewerên roma reş, di derheqa jiholêrakirina malbatê de “biqasî yên me” gotinên jiberkirî nedikirin, rom xwediyê xwe û pergaleke rûniştî bû. Nîqaşên li ser veavakirin, vevekolîn, lidijderketin yan jî jiholêrakirina nirxên exlaqî a malbatê, di kûliyata anarşîzmê de her tim cihekî xwe yê girîng hebû. Tîrên rexneyê yên ku arasteyî “Malbat” û “Zewacê” bibûn, ji komûnîzma anarşîst heya bi xweperstiyê di gelek qonaxan re derbas bibû. Digel ku di van salên dawî de pirsgirêka malbatê ji nav nîqaşên anarşîstan (gelekên wan, ji bo azadiya zayendî û Queeran diciviyan û gelekên wan jî, hîn li ser fikra xwe a berê bûn; angaşt dikirin ku azadî, ji nîqaşên li ser jiholêrakirina malbata bingehîn, zewac û yekjinitiyê nayên veqetandin) derketibûn jî, bi hin xwendin, berawirdkirin û ranêzîkbûnên nû re, di nava nîqaşên têkoşînên rizgariya netewî de ji nû ve bûn dabaş. Ramana jiholêrakirina malbata gerdîşî jî ne ramaneke nû bû, ji sedsala hejdeh û nozdehan pê ve, bibû beşeke girîng a komûnîzmê û proleteryaya xweser û enternasyonalîst a dij-dewlet. Ji Joseph Déjacqueê heya, bi Karl Marx, Wiliam Morris, Piotr Kropotkin û Alexander Bogdanov gelekan hewl dabûn ku vê ramanê bi pêş bixin û bikin sistemeke mayînde. Nifşên me yên ku hiş û bîra xwe li ber agirê wergerên tirkî yên ku ji aliyê nivîskarên anarşîst dihatin amadekirin, germ dikirin, hay ji Prometheusên mizawir nînbûn, ku gelekên wan piştî qonaxa Geziyê bibûn akademisyen û di mûzexane û galeriyan de xwe wek cîgirê kuratoran –dû re berdevkê filistîniyan– dîtibûn. Çalakiyên wan yên herî mezin, bibû wêne parvekirin, yên ku bi şaredarên kurd re dihatin kişandin. Veguherîna bizava kurd a berev anarşîzmê ve, di nezera wan de ji bo anarşîzma cîhanê pêkhateyeke mezin û Kurdistan jî ji bo pratîkên anarşîzmê sehneyeke nuwaze bû.
Teyfeyê mayîn jî, li hemberî vê bûyera qirêj hema bibêje bi heman bîr û boçûn û bertekan tevdigeriya, ew jî Kemalperest bûn û bi ser de jî xeyalperest! Lêbelê “herêm” wek parçeyeke welatê xwe nedidîtin. Lewre di welatê wan î rastîn de bûyerên kirêt çênedibûn, ebeden! Di tesewira wan de “ew der” cihekî nifirlêbûyî bû [3], bi xêr û gunehên xwe ve ne aydê wan bû, gerçî gunehên wan tim û tim zêdetir bûn. Gelo kesin ji me hene wekî pûte bi van nêrinan bikin?
Kurt û kurmancî, qetlkirina Narîna delal, di navbera pornografiya ku di ser êşê re dihat birêvebirin û Kemalperestan (û peyçûyên wan yên kurd) de şêlû bû, kêmasiya herî mezin jî dawiya dawî bû a desthilatê, ya ku xwe di ser pêwendiyên kirêt re vesaz dikir. Valahiya mezin a di qada siyaseta li Kurdistanê de derketibû, jixwe qet nehat gengeşîkirin, kesî pirsa vê yekê nekir: Ka tu çi dikî? Wateya hebûna te çi ye? Civak çawan dirizin?
Têbînî
[1] Samuel Farber, di berhema xwe ya bi navê Rizîna Civakî û Veguherînê de, bandora zebr û zora li dibistanan, mêrkujî, bikaranîna madeyên bêhişker û pirsgirêkên din yên civakî yên ku roj bi roj zêde dibin, ya ku li seferberiya siyasî ya çîna karkeran kiriye, bi aliyên wê yên ku nayêne bilêvkirin, dinirxîne. Li gorî wî, bizavên çep di teorî û kiryarên xwe de ji dêvla ku wek pirseke navendî li pirsgirêkên wehakî hûr û kûr bibin, radibin wan dewrî rastparêzan dikin yên ku ji pîrozandina bazara serbest zor kêfxweş in û rizînê jî bi meyla exlaqî ya çepê ve girê didin
[2] Têgiha “Xerabî”yê ya di cihûtiyê de tiştekî din e, bi serê xwe ne parçeyeke afirandineriya Xwedê ye, mirov encax bi reftar û kirên xwe yên xerab hene. (n.n.)
[3] Polîsekî tirk “Belkî ez ji şerqa kambax xelas bûbama” got û xwe kuşt. Rûdaw 07-09-2024.