Rojnameya The New York Timesê belgeyên veşartî yên Hemasê bidest xistine. Ev belge ji notên 10 civînên veşartî yên rêberên Hemasê pêk tên û nîşan didin ku Hemasê hewl daye Îran û Hizbullahê razî bike da ku beşdarî êrîşa 7ê Çirîya pêşînê bibin. Ev belge agahîyên girîng ên li ser plankirina êrîşê û têkilîyên Hemasê bi Îran û Hizbullahê re eşkere dikin.
Amadekarîyên veşartî
Yahya Sinwar, rêberê Hemasê, bi qasî du salan bi rêberên xwe yên leşkerî re li ser vê êrîşê xebitiye. Wan ji bo êrîşê navê “Projeya Mezin” bi kar aniye. Rêberên Hemasê di destpêkê de plan kirine ku êrîşê payîza 2022yan pêk bînin, lê paşê ew paşde xistine. Ji bo ku Îsraîlê bixapînin, ji sala 2021ê û pê ve ji gelek pevçûnan dûr mane. Hemasê bi zanebûn xwe ji pevçûnên mezin dûr xistiye da ku Îsraîl bifikire ku ew êdî naxwaze şer bike.
Hemasê plan kiriye ku êrîşê di 25ê Îlonê de, di roja Yom Kippurê de, an jî di 7ê Çirîya pêşîn de, di roja Simchat Torahê de, pêk bîne. Herdu jî rojên pîroz ên cihûyan in. Di dawîyê de, wan 7ê Çirîya pêşîn hilbijartiye.
Sedemên êrîşê
Rêberên Hemasê ji bo êrîşê gelek sedem dîyar kirine:
- Asayîkirina têkilîyên di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdîyê
- Zêdebûna kontrola Îsraîlê li ser Mizgefta El-Eqsayê
- Domandina dagirkirina Kenarê Rojava
- Pêşîlêgirtina sîstema nû ya parastina hewayî ya Îsraîlê ya bi lazeran
Hemasê dixwest ku êrîşê heta dawîya sala 2023yan pêk bîne, ji ber ku Îsraîlê ragihandibû ku ew ê sîstemeka nû ya parastina hewayî ya bi lazer çêbike.
Pêwendîyên bi Îran û Hizbullahê re
Di Tîrmeha 2023yan de, Hemasê berpirsîyarekê payebilind, Xelîl el-Heyye, şandiye Libnanê. El-Heyye li wê derê bi fermandarekê payebilind ê Îranê, Mihemed Seîd Îzadî re hev dîtiye. Îzadî endamê Sipahê Pasdaran a Îranê ye û berpirsê têkilîyên Îranê bi komên çekdar ên Filistînê re ye. El-Heyye ji Îzadî alîkarî ji bo êrîşkirina li ser cihên hessas xwestiye.
Îzadî gotiye ku Îran û Hizbullah bi prensîp piştgirîya planê dikin, lê ji bo amadekarîyê demekê dixwazin. Hemasê plan kiriye ku detayên êrîşê di civîneka paşê de bi Hesen Nesrullahê rêberê Hizbullahê re jî gotûbêj bike, lê ne dîyar e ka ev civîn pêk hatiye an na.
Plana êrîşê
Li gorî belgeyan, plana êrîşê ev bûye:
- Êrîşkirina li ser 46 cihên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser sînorî
- Êrîşkirina li ser bingeheka mezin a hewayî û navendeka îstixbaratê li başûrê Îsraîlê
- Êrîşkirina li ser bajar û gundan
Hemasê bawer kiriye ku êrîşkirina li ser bajar û gundan dê hêsantir be eger ew pêşîyê cihên leşkerî bigirin.
Helwesta Îran û Hizbullahê
Îran û Hizbullahê piştgirîya xwe ya giştî dane Hemasê, lê negotine ku dê bi temamî beşdarî êrîşê bibin. Hemasê planên xwe yên êrîşê bi van hêzan re parve kirine, lê ev hêz bi temamî beşdarî êrîşê nebûne.
Di dawîyê de, Îranê heta Nîsana 2024an êrîş li ser Îsraîlê nekiriye. Hizbullahê jî tenê piştî 8ê Çirîya pêşînê, dema ku Îsraîlê dest bi kontrolkirina sînorên xwe kiriye, alîkarîya Hemasê kiriye. Hizbullahê bi roketavêtinê bal kişandiye ser xwe da ku hêzên Îsraîlê ji Xezeyê dûr bixe.
Ev belge nîşan didin ku êrîşa 7ê Çirîya pêşînê encama planeka dirêj û veşartî ya Hemasê bûye. Lê beşdarbûna Îran û Hizbullahê di êrîşê de ne wekî ku Hemasê xwestiye. Ev êrîş bûye sedema şerekê mezin di navbera Îsraîl û Hemasê de ku tê de bi hezaran kes mirine û bûye sedema krîzeka mirovî ya mezin li Xezeyê.
Çavkanî: The New York Times û Botan Times
Nivîskar: Ronen Bergman, Adam Rasgon û Patrick Kingsley